• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
25 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Enqere / AW

25 November 2026 - 14:56
Kategorî: ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku serdana çalakiya nobeda ya ji bo girtiyên nexweş kir, bi lêv kir ku ezmûna jidilbûnê berdana girtiyên nexweş e û wiha got: “Heke hûn ji dil bin girtiyên nexweş berdin. Êdî tehemula me tune ye.”

Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihîştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Dadê dane destpêkirin, di roja 9an de didome. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî tev li nobeda îro bû. Hevserokên MED-TUHADFEDê Pınar Sakik Tekîk û Kerem Canpolat, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de girsê bênavber dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê deriyên zindanê bi berxwedanê vekin” hat vekirin.

Di serî de dayika girtî Îhsan Topûz, Halîme Topuz ku li Amedê hatibû tev li çalakiyê bibû, anî ziman ku ew dixwazin dewlet jî gavan biavejê û wiha got: “Em dixwazin girtiyên nexweş demildest bên berdan. Girtiyên me yên nexweş divê di demekê zû de bên berdan. Vê pêvajoyê sabotê dikin û ew yek di me de fikaran çêdike. Gelê Kurd li pişt Serok Ocalan e. Lê divê dewlet jî gavan biavejê.”

Ji malbatên girtiyên nexweş Safiye Doganergîl jî diyar ku ew nobedê dewrî malbatên girtiyên nexweş li Amedê dikin û got ku heta hemû girtiyên nexweş bên berdan dê çalakiya xwe bidomînin.

‘Di tu hiqûqê de li dijî girtiyên nexweş ew zilm nayê kirin’

Hevserokê Giştî yê DEM PartiyêTuncer Bakirhan jî anî ziman ku edalet divê ji hemû kesan re wekhev be û wiha got: “Dema muxalîf tên girtin cûda muamele dikin lê dema kesên tên girtin ji torpîla AKP bin cûda. Wezareta berê ku ji ber gendeliya fonan hat girtin, bi hinceta tenduristiyê hat berdan. Ez bang li ATKê dikim; girtiyên nexweş tevî nexweşiyên giran jî nayên berdan û gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest da. Lê dema AKP be nêliritî be jî tê berdan. Di tu hiqûqe de li dijî girtiyên nexweş ew zilm nayê kirin. Ez bang li desthilatê dikim ku destê xwe zû bigire û dawî li vê sepanê bîne.”

‘Heta hemû girtiyên nexweş bên berdan em li rex malbatên girtiyên nexweş in’

Tuncer Bakirhan bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha pê dê çû: “Heke hûn ji dil bin girtiyên nexweş berdin. Êdî tehemula me tune ye. Em naxwazin girtî di zindanan de jiyana xwe ji dest bidin. Ezmûna jidilbûnê berdana girtiyên nexweş e. Divê girtiyên nexweş bên berdan û li derve tedawiya wan bê kirin. Bi vî awayî baweriya pêvajoyê çêdibe. Aştî bi vî awayî civakî dibe. Em heta dawiyê piştgiriya çalakiya malbatan dikin. ATK ku ji bo torpîlkarên AKP dixebite divê ji bo girtiyên nexweşiya wan giran e jî bixebite. Ez bang li raya gişyî û partiyên siyasî dikim ku piştgiriya çalakiyê bikin. Heta hemû girtiyên nexweş bên berdan em li rex malbatên girtiyên nexweş in.”

‘Divê dewlet demildest pêdiviyên aştiyê bicihbîne’

Hevseroka MED TUHAD-FEDê Pinar Sakik Tekîk jî destnîşan kir ku heta ew encam bigirin dê têkoşîna xwe bidomînin û ev tişt anîn ziman: “Em ji bo berdana girtiyên nexweş 9 roj in li vir in. Ew pirsgirêk ne tenê ya malbatan e. Ew pirsgirêk a hemû civakê ye. Li dijî girtiyên nexweş jî tundî berdewam dike. Di şexsê Newroz Bozkurt û Evîn Zapsû de girtiyên jin ên nexweş nikarin bigihêjin tenduristiya xwe. Em li ber Wezareta Dadê bang li edaletê dikin. Em di pêvajoyeke re derbas dibin. Lê rewşa girtiyên nexweş wisa be aştî jî nabe. Divê dewlet demildest pêdiviyên aştiyê bi cih bîne.”

Piştî axaftinan girse dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Etîket: girtiyên nexweşnobeta çalakiyê ji bo girtiyên nexweşTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

25 November 2026
Omer Faruk Gergerlîoglu: Duh girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest daye

Omer Faruk Gergerlîoglu: Duh girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest daye

24 November 2026
‘Mirin û şewitandina înfazan a li girtîgehan provokasyon e’

‘Mirin û şewitandina înfazan a li girtîgehan provokasyon e’

23 November 2026
Dayikên Aştiyê li ber deriyê AKPê banga berdana girtiyên nexweş kirin

Dayikên Aştiyê li ber deriyê AKPê banga berdana girtiyên nexweş kirin

23 November 2026
Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

23 November 2026
Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

21 November 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ARSÎSA 11 mamosteyên Kurdî mezûn kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne