Dayikên Aştiyê li Êlihê çûn ber deriyê AKPê û xwestin ku girtiyên nexweş demildest werin berdan.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Êlihê li pêşiya avahiya AKPê têkildarî binpêkirinên mafan ên ku li zindanan pêk tên û neberdana girtiyên nexweş daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Ayten Kaya got ku ew ji bo aştiyê û berdana girtiyên nexweş hatine ber deriyê AKPê ne lê bi saetan e derî li wan nayê vekirin.
‘Di demên dawî mirî di zindanan de derdikevin’
Li ser navê dayikan Horî Acar got ku ew êdî naxwazin cenaze ji zindanan derkevin û wiha axivî: “Em hatine li vir li mafên girtiyên xwe bipirsin. Piraniya girtiyên me yên zindanan di hucreyên yek kesî de dimînin. Dermanên wan nadin, heqê wan li zarokên me tune ye. Em aştiyê dixwazin, bû du sal in ku pêvajoyek hatiye destpêkirin hê jî tu gavek nayê avêtin. Em naxwazin êdî mirî ji zindanan derkevin.”
‘Em ji bo aştiyê hatine vir’
Dayika Aştiyê Ayten Kaya ku bi salan e kurê wê di zindanê de dimîne jî got ku ew ji bo aştî û berdana girtiyên xwe hatine vir û wiha axivî: “Em hatine li ber deriyê AKPê bi saetane li vir in, me nagirin hundir. Em ji bo aştiyê hatine vir. Zarokên me nexweşin û di zindanan de ne. Du sal in dibêjin aştî û biratî heye, lê hê jî tu tiştek tune ye. Em dayik in dilê me diêşê, zarokên me di zindanan de nexweşin. Piştî aştî heye divê ew jî destê xwe dirêjî destê me bikin. Ev nêzîkî sê saetan e em hatine ku biçin avahiya AKPê nahêlin em biçin.”
Piştî axaftinan rayedarên AKPê derî li dayikan venekir û çalakiya dayikan bû dawî bû.

















