Kulîba Hiqûqnasan a Zanîngeha Dîcleyê panela ‘Peyva me aştî ye, israra me dad e, bîra me Tahîr Elçî ye’ bi tevlibûna gelek xwendekaran li dar xist.
Kulîba Hiqûqnasan a Zanîngeha Dîcleyê, panela bi navê “Peyva me aştî ye, israra me dad e, bîra me Tahîr Elçî ye” li dar xist. Gelek xwendekarên zaningehê tev li panelê bûn. Di panelê de pankartên “Bi hiqûqa civakî, bi aştiya rûmet” û “Tahîr Elçî ne tenê navek e, rûmeta berxwedana mafê gel e” hatin vekirin. Panel bi moderetoriya Elîf Tûran û beşdariya panelîstên Mahsun Bati û Muhîttin Muguç pêk hat.
Kuştina parêzerekê Kurd bi tamamî siyasî ye
Parêzer Mahsum Bati bal kişand ser kuştina serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî û wiha got: “Kuştina parêzerekî wekî Tahîr Elçî jî bi temamî siyasî bû.”
‘Bêcezatî ew e ku faîl neyên dîtin, darizandin û cezakirin’
Piştî Mahsun Bati, Parêzer Muhîttin Muguç bal kişand ser bêcezatî û berpirsiyariyên dewletê û wiha got: “Em dikarin bêcezatiyê wekî bicîhneanîna berpirsiyariyên erênî û neyînî yên dewletê jî pênase bikin. Bêcezatî bi wateya herî sade ew e ku li hemberî binpêkirineke mafan lêpirsîn neyê kirin, faîl neyên dîtin, darizandin û cezakirin an jî zirara mexdûran neyê telafîkirin. Di binpêkirineke giran a mafan de, heke lêpirsîn neyê vekirin an jî tevî vekirina lêpirsînê faîl neyên dîtin, ev bêcezatî ye. Her wiha heke faîl bên dîtin, lê darizandineke bi bandor neyê kirin an jî biryareke ku edaletê pêk bîne neyê dayîn, ev jî di çarçoveya bêcezatiyê de tê nirxandin.”
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.


















