Girtiya nexweşa pençeşerê Evîn Zapsû ku ji girtîgehê hat berdan û li ber girtîgehê bi girseyî hat peşwazîkirin.
Girtiya nexweşa pençeşera asta 4an Evîn Zapsû ku ji girtîgeha Kayserî sewqî girtîgeha Sîncanê hatibû kirin hat berdan. Evîn Zapsû li ber girtîgehê ji aliyê Hevserokên MED TUHAD-FEDê Pinar Sakik Tekîk, Kerem Canpolat, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesan ve hat pêşwazîkirin.















