Bi boneya 25ê Mijdarê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi hezaran jin li Amedê meşiyan. Aktivîsta TJAyê Ayla Akat Ata bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Jin ne temaşevanên vê pêvajoyê ne, kirdeyên wê ne û di navenda pêvajoyê de ne.”
Bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û beşdariya bi hezaran jinan li Amedê meş hat lidarxistin. Bi hezaran jinên ku li navçeya Peyasê ya Amedê kom bûn, bi dirûşmeyan li dijî tundiya li ser jinan, kuştinên jinan û pergala serdest a mêr heta Parka Roboskî meşiyan. Di meşê de pankartên “Xwebûn xeta azadiyê ye, niha dema jinê ye” û “Bi heza cewherî û bi vîna azad, niha dema jinê ye” hatin vekirin. Di meşê de dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana jinan”, “Jin Jiyan Azadî, azad bike rêbertî” hatin berzkirin. Aktivista TJAyê Ayla Ata Akat Û gelek jin tevlî daxuyanî û meşê bûn.
Piştî meşê li Parka Roboskî daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê aktivîsta TJAyê Bahar Peker ve hat xwendin.
‘Em ê li dijî bêcezatiyê têbikoşin’
Bahar Peker destnîşan kir ku tundiya li ser jinan ne bûyerên takekesî ne, lê encama pergala serdest a mêr e û wiha got: “Em li dijî saziyên ku tundiyê vedişêrin, kujeran diparêzin û aşkerekirina rastiyê dereng dixin têdikoşin. Em ê nehêlin ku kuştina tu jinê were jibîrkirin û mirina tu jinê di tarîtiyê de bimîne.”
Bahar Peker her wiha daxwaz kir ku girtiyên nexweş bên berdan û cezayên darvekirinê yên li dijî jinên li Îranê bên rakirin.
‘Bê azadiya jinan aştiyeke rastîn nayê avakirin’
Bahar Peker bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e, lê civakîbûna wekhevî, edalet, azadî û jiyana demokratîk e. Jin ne temaşevanên vê pêvajoyê ne, kirdeyên damezrîner û pêşengên wê ne.”
‘Mafên jinan ne lutfek e, divê bi qanûnî bên sepandin’
Piştî Peker, aktivîsta TJAyê Ayla Akat Ata axivî. Ayla Akat Ata destnîşan kir ku di dirêjahiya dîrokê de hewl hatiye dayîn ku lêgerîna azadiya jinan were astengkirin û wiha got: “Di tu demê de tehemûl li hemberî lêgerîna azadiya jinan nehatiye nîşandan. Îro ev çîrok li ber Wezareta Edaletê ya li Enqereyê careke din tê nivîsandin. Hewl tê dayîn ku dengê jinan were birîn û jin bên bêdengkirin, lê jin dibêjin ‘Ez heme’. Jin dema ku bi xizanî û gelek pirsgirêkan re têdikoşin, mafên wan jî tên înkarkirin. Divê mafên jinan ne wekî lutfekê ji wan re bên pêşkêşkirin, divê zagon bên sepandin. Me destdirêjîkirina li ser mafên jinan qebûl nekiriye û em ê ji niha û pê ve jî qebûl nekin.”
‘Divê statuya Abdullah Ocalan bibe statuyeke hiqûqî’
Ayla Akat Ata bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û destnîşan kir ku jin bi daxwaza azadiyê derketine qadan. Ayla Akat Ata diyar kir ku pêvajo di qonaxeke girîng de ye û wiha got: “Em di rojên herî girîng ên pêvajoyê re derbas dibin. Du roj pişt re Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) dê careke din bicive. Divê ev biryara dîrokî di demeke herî kurt de were dayîn. Divê statuya Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê bibe statuyeke hiqûqî û deriyên Birêz Ocalan ji bo her kesî bên vekirin. Ev pêvajo ne pêvajoyeke ku em dikarin pişta xwe bidinê. Jin ê ji bo ku ev pêvajo bigihîje serkeftinê hemû hewlên xwe bidin. Jin ne şopînerên vê pêvajoyê ne, lê kirdeyên wê ne û tam di navenda wê de ne. Em ê vê pêvajoyê bi hev re bimeşînin û ji bo serkeftina wê hemû hewlên xwe bidin.”
Ayla Akat Ata her wiha bal kişand ser civîna MGKê û bang kir ku ji bo çareseriyê cesaret û îradeya siyasî were nîşandan. Ayla Akat Ata destnîşan kir ku 25ê Mijdarê ne tenê roja protesto û bibîranînê ye, di heman demê de roja ku jin bi hev re têkoşîna xwe mezintir dikin e.
‘Niha dema çareseriyê, aştiyê û civaka demokratîk e’
Ayla Akat Ata di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinên girtî yên nexweş û malbatên wan û wiha got: “Malbatên jinên girtiyên ku mafê wan ê dermankirinê tê astengkirin, nayên berdan û cezayên wan tên dirêjkirin, li ber deriyên girtîgehan û Wezareta Edaletê çalakiya xwe didomînin. Malbat ji bo zarok, hezkirî û xizmên xwe daxwaza edalet û azadiyê dikin. Ji Girtîgeha Sincanê heta Girtîgeha Kayseriyê, ji Newroz Bozkurt heta jinên girtiyên nexweş ên li girtîgehên din, pirsgirêkên ku hemû girtiyên nexweş dijîn birîneke giran a Tirkiyeyê ye. Divê ev pirsgirêk di demeke herî kurt de were çareserkirin. Niha tam dema çareseriyê ye. Em dibêjin niha dema jinan e, niha dema aştiyê û civaka demokratîk e.”





















