Li Dîlok, Riha û Meletî bi sedan jin bi boneya 25ê Mijdarê daketin qadan û bi yek dengî dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar di çalakiya Dîloê de axivî û got: “Hêza me ya herî mezin îradeya me ya cewherî û têkoşîna me ya hevpar e. Li cihê ku jin ne azad bin, kes ne azad e.”
Çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî yên li bajarên Bakurê Kurdistanê bênavber didomin. Jinan li Dîlok, Riha û Meletî çalakî li dar xistin.
Dîlok
Jinên ku bi pêşengiya Platforma Jinên Demokratîk a Dîlokê li navçeya Şahînbeyê hatin cem hev, meş û daxuyaniyek li dar xist. Jinên li Parka Kirkayakê civiyan, bi pankarta bi ronahiyan xemilandî ya “Em li dijî tundiya mêr-dewletê ya ku qesta jiyana me dike di serhildanê de ne!” û bi lêdana erbaneyan heta Parka Balikliyê meşiyan. Di meşê de gelek caran dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
‘Li cihê ku jin ne azad bin, kes ne azad e’
Piştî meşê li Parka Balikliyê daxuyanî hat dayîn. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgûn Uçar ku di daxuyaniyê de axivî, bal kişand ser aqûbeta Gulistan Dokû û Rojîn Kabaîş û got: “Em dipirsin; çi bi Rojîn Kabaîş hat? Îro jin li her derê ji bo mafên xwe li ser piyan in. Hêza me ya herî mezin îradeya me ya cewherî û têkoşîna me ya hevpar e. Li cihê ku jin ne azad bin, kes ne azad e. Em ê ji bo avakirina Civaka Aştî û Demokratîk li şûna meşê bibezin û bi ser bikevin.”
Piştre Sevda Karaca axivî û bal kişand ser hêza rêxistinkirî ya têkoşîna jinan.
Çalakî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.
Riha
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de li Rihayê meş û daxuyaniyek li dar xist. Jinên ku li Parka Novada ya navçeya Xelîliyeyê hatin cem hev, bi meşaleyan, wêneyên jinên hatine qetilkirin û dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana jinan” heta Qada Topçûyan meşiyan.
Piştî meşê li Qada Topçûyan daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Arjen Ulaba ve hat xwendin. Arjen Ulaba diyar kir ku ew ê li dijî pergala serdestiya mêr têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bidomînin û parastina jiyan û mafên xwe bikin.
‘Em ê bi hêza Sakîneyan têbikoşin’
Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî di çalakiyê de axivî û bal kişand ser polîtîkayên tundiyê: “Em ê bi hêza ku ji Sakîne, Pakîze û Leylayan digirin vî berxwedanî bidomînin. Par li Rihayê 6 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 16 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Em ji mêr û dewleta mêr natirsin, dê têkoşîna me bidome.”
Seroka Jinan a Partiya Nû ya Rihayê Melek Coşkun jî destnîşan kir ku tundiya li ser jinê binpêkirina mafên mirovan e û got: “Em ê teslîmî vî jiyanê nebin û bi hev re ji tundiyê re bibêjin raweste.”
Meletî
Platforma Jinên Demokratîk a Meletiyê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de li navenda bajêr meş û daxuyaniyek li dar xist.
Jinên ku ji taxa Paşakoşko heta Xaçerêya Serû ya Emeksîzê meşiyan, bi pankart û dowîzên li dijî tundiyê dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Kuştinên jinan polîtîk in” berz kirin.
Piştî meşê Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Nurhayat Şîmşek metna daxuyaniyê xwend. Nurhayat Şîmşek diyar kir ku tundî sîstematîk e û wiha got: “Li Tirkiyeyê di 10 mehên ewil ên 2026an de herî kêm 245 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin, 274 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatin dîtin. Em ê li her qada jiyanê li dijî sîstema serdestiya mêr têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin.”
Paşê aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel axivî û destnîşan kir ku tundî ne qedera jinan e û wiha got: “Sedema bingehîn a tundiyê sîstema serdestiya mêr e. Em ê vî jiyanî wiha nejîn, yan em ê azad bijîn yan jî em ê qet nejîn. Em dikarin jiyaneke wekhev, azad û demokratîk bi hev re ava bikin. Em hatine jiyanê biguherînin.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.























