Daîreya 8emîn a Şûraya Dewletê biryara dadgehê ku derbarê betalkirina diplomaya Ekrem Îmamoglû de dabû pejirand. Bi vê encamê pêşiya namzetiya serokkomariyê ya Îmamoglû hate girtin.
Zanîngeha Stenbolê di 18ê Adarê sala 2025an de bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dîplomaya Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglû betal kir. Piştre Îmamoglû hat binçavkirin û girtin.
Şûraya Dewletê biryara dadgehê ku derbarê betalkirina dîplomaya Ekrem Îmamoglû de dabû pejirand. Bi vê biryarê teqez bû ku rêya namzetiyê ya serokkomariyê ya Îmamoglû hate girtin.







