• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
25 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    Evîn Zapsû ji girtîgehê derket

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    ‘Ger hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin’

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Li Zanîngeha Dîcleyê panela aştî û dadê

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Şûraya Dewletê biryara betalkirina diplomaya Îmamoglû pejirand

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

    Amnesty International: Îsraîlê welîdîna li Xezeyê asteng kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Enqere / AW

25 November 2026 - 16:31
Kategorî: ROJANE
A A
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek ku di daxuyaniya çalakiya ji bo girtiyên nexweş de axivî, diyar kir ku çalakiya ji bo girtiyên nexweş di heman demê de çalakiya ji bo avakirina komareke demokratîk e û wiha got: “Heke hûn mafê tenduristiya Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqe bikin. Yên van sepanan li ser girtiyên nexweş ferz dikin ji me re dibêjin teslîm bibin. Lê em teslîm nabin.”

Malbatên Girtiyên Nexweş, Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER), DEM Partî, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), çalakiya nobedê ya bêdem ku bi daxwaza berdana girtiyên nexweş û gihîştina mafê tenduristiyê li ber Wezareta Dadê dane destpêkirin, di roja 9an de didomînin. Hevserokên MED-TUHADFEDê Pinar Sakik Tekîk û Kerem Canpolat, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn.

Piştî daxuyaniyê girse dest bi çalakiya rûniştinê kir. Di çalakiyê de girsê bênavber dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” berz kir. Piştrê jî bi daxuyaniyeke çalakiya îro bi dawî bû. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê deriyên zindanê bi berxwedanê vekin” hat vekirin.

Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku ew nobeda israra mirovbûne ye û wiha got: “Duh wezîra berê ku ji ber neleritiya fonan ketibû girtîgehê ji ber tenduristiyê hat berdan. Lê girtiyên nexweş a giran nayên berdan. Pêvajo ji bo me ne tenê bêdengkirina çekan e. Pirsa Kurd pirsgirêka demokrasî û hiqûqê ye. Heke hûn mafê tenduristiyê yên Şoreşgerên Kurdistanê nas nekin em ê qala kîjan hiqûqê bikin. Yên van sepanan li ser girtiyên nexweş ferz dikin ji me re dibêjin teslîm bibin. Lê em teslîm nabin. Em qala aştiyeke bi rûmet dikin. Em ne parsekên aştiyê ne. Em aştiyê weke demokratîkbûyînê û kirdebûna avakirina demokrasiyê pênase dikin. Ev nobed jî yek jî avakirina demokrasiyê ye. Ev nobed ne tenê ya malbatan e. Ev nobed nobeda avakirina komareke demokratîk e. Hemû kesên li dijî vê pergalê ne divê piştgiriyê bidin.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya îro bi dawî bû. Çalakî dê sibe jî li ber Wezareta Dadê bidome.

Etîket: çalakiya ji bo girtiyên nexweşgirtiyên nexweşmalbatên girtiyên nexweş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

Tuncer Bakirhan: Heke hûn jidil bin girtiyên nexweş berdin

25 November 2026
Omer Faruk Gergerlîoglu: Duh girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest daye

Omer Faruk Gergerlîoglu: Duh girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest daye

24 November 2026
‘Mirin û şewitandina înfazan a li girtîgehan provokasyon e’

‘Mirin û şewitandina înfazan a li girtîgehan provokasyon e’

23 November 2026
Dayikên Aştiyê li ber deriyê AKPê banga berdana girtiyên nexweş kirin

Dayikên Aştiyê li ber deriyê AKPê banga berdana girtiyên nexweş kirin

23 November 2026
Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

23 November 2026
Di çalakiya nobetê de nameya Evîn Zapsû hat xwendin

Di çalakiya nobetê de nameya Evîn Zapsû hat xwendin

22 November 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ARSÎSA 11 mamosteyên Kurdî mezûn kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne