Bîranîna ku di pêşengtiya MEBYA-DER a Amedê de sê rojan dom kir, bi nîşandana sînevîzyonê û bi dirûşmên “Şehîd Namirin” bi dawî bû. Axivêran diyar kirin ku şehîd pêşengên rêya wan e û anîn ziman ku ew bi şehîdan serbilind in.
Bîranîna ku di pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê de ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li eywana dawetê ya Geterler a li navçeya Rezan a Amedê hate lidarxistin bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû. Malbatên cangoriyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl di nav de bi hezaran kes tev li bîranînê bûn.
Di bîranînê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Riya şehîd riya me, Apo ye Serokê me” û “Riya şehîd riya me, PKK partiya me” hatin berzkirin. Her wiha wêneyê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cihê bîranînê hate vekirin. Wêneyên cangoriyan jî bi alên kesk û sor û zer hatin xemilandin û li ser maseya wêneyên cangoriyan gul û mûm hatin danîn. Bîranîn bi deqîqeyekê rêzgirtinê dest pê kir û sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin. Piştî rêzgirtinê û xwendina sirûdê girseyê dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.
‘Aştî dê were û em ê serbikevin’
Xwişka yek ji pêşengên PKKê Hayrî Dûrmûş, Zekiye Ayik da zanîn ku her çiqas êşa vî gelî zêde bibe jî ji wê zêdetir ciwanên vî gelî ked dane û wiha got: “Di serî de silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên şehîdan dikim. Dayîkno, bav û birano gelê Kurd baş dizane êşa malbatan zêde ye lê keda wan şehîdan jî zêde ye. Zarokên vî gelî gelek êş û elem dîtin. 40 salan zêdetire zarokên vî gelî ji bo gelê xwe têdikoşin û jiyana xwe ji dest dan. Divê em xwedî li hev derkevin, şerê me hêj neqediyaye. Birêz Ocalan ev şer da sekinandin. Divê em ji ciwanên xwe re bibin hêz û qewet. Xeyrî digot ez deyndarê vî gelî me, belê em hêj deyndarê vî gelî ne. Ez rêzdar Ocalan silav dikim û ez bawerim aştî dê were û em ê serbikevin.”
‘Serok Apo û keda şehîdan em li sêdarê derbasê maseya muzakareyê kirin’
Dû re Alî Haydar Elyakût ê piştî 32 salan ji girtîgehê derketibû axivî. Alî Haydar Elyakût diyar kir ku heger ew îro dikarin biaxivin û bijîn bi saya şehîdan e û wiha got: “Carna ji me re dibêjin hûn çawa sih salan di zindanê de man, saya wan şehîdan em man, ew ji me re bûn hêz bûn moral. Em ê ji bo ev pêvajo bigihe encamê û Serok Apo azad be têkoşîna xwe bidomînin. Îro saya şehîdan pevajoyek dest pê kir. Serok Apo û keda şehîdan em ji sêdarê derbasî maseya muzakareyê kirin. Ev hemû saya serê wan şehîdan e. Şehîdên me pêşengên rêya me ne û Şehîd namirin.”
‘Têkoşîna wan bi felsefe, hevaltî û fikrên rêzdar Ocalan derbasî asteke girîng bû’
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî di destpêka axaftina xwe de ji malbat, gelê Kurd, Tevgera Azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re sersaxî xwest û ev tişt gotin: “Li her deverên Kurdistanê gelê Kurd rabû ser piyan û xwedî li cangoriyên xwe derketin. Em bi malbat û şehîdên xwe serbilind in hûn her hebin û her bijîn. Îro sê roj in gelê Amedê diherike li cihê şînê, ev yek ji bo me rûmeteke. Di her kêliya jiyana me de keda şehîdên me heye. Hebûn û xwebûna me bi keda wan hat avakirin. Qehremaniya wan bandoreke mezin li ser jiyana me kir. Têkoşîna wan ne tenê bi çekê bû, bi felsefe, hevaltî, hezkirin û fikrên rêzdar Ocalan derbasî asteke girîng û watedar bû em bi wan serbilind in, şehîd namirin.”
Piştî axaftinan sînevizyona ku ji wêne û dîmenên cangoriyan û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk dihat hate nîşandan. Bîranîn bi çepik, tilîlî û dirûşman bi dawî bû.





















