Li navçeya Esenyurt a Stenbolê, ji bo şehîdên ku di dem û cihên cuda de di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne, bernameya bîranînê hate lidarxistin.
Li navçeya Esenyurt a Stenbolê, ji bo şehîdên ku di dem û cihên cuda de di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne, bernameya bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de ku bi pêşengiya MEBYA-DERê de hate lidarxistin Îzzettîn Tuş (Cemîl Wan), Melîk Firat Seven (Ciwan Serhed), Reşat Bozyîtîg (Dîren Amed) û Ersîn Seven (Argeş Întîkam) hatin bibîranîn.
Malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de pankarta bi nivîsa ‘Şehîdên me rûmeta me ne’ hate daliqandin û dirûşma ‘Şehîd namirin’ hate berzkirin.
Di çalakiyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, sînevîzyon hate nîşandan.
Bername piştî xwendina duayan bi dawî bû.
















