• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Rihayê bîranîna şehîdan: Têkoşîna wan wê rêya me ronî bike

Riha / AW

13 ÎLON 2026 - 16:39
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Rihayê bîranina ku ji bo kesên di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatibû lidarxistin, piştî xwendina mewlûdê û bi berzkirina dirûşman bi dawî bû. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar di bîranînê de axivî û ev tişt vegot: “Em ê xwedî li bîranîn û vê têkoşîna ku bi hezaran ked hatiye honandin derkevin.”

Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Rihayê ve ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li Mala Şînê ya Rezanê ya Navçeya Eyyûbi, li taxa Sarayaltî ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê, li Mala Taziye ya Mustafa Dag û Wêranşarê Mala Şînê ya Silêman Nebatî bernameya bîranînê hatibû lidarxistin, di roja xwe ya dawî de jî bi beşdariyeke mezin dewam kir.

Di bernamaya bîranînê de pankartên bi nivîsa “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Şehîd namirin” û wêneyên şervanên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Di serdanên bîranînê yên bi girseyî hatin kirin de bê navber dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.

Di bernameya bîranîna ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir de destpêkê parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axivî.

‘Heya dawiyê em ê doz û têkoşîna wan bidomînin’

Omer Ocalan di axaftina xwe de hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîr anî û wiha got: “Em bi malbat û tevgera xwe serbilind in. Çawa ku miletê me behsa zimanê xwe hebûna xwe dike ev yek bi saya keda şehîdan e. Şehîdên Kurdistanê Kurd bi Kurdan dan naskirin. Hevalên me bi salan e têkoşîneke mezin didin. Divê em doza wan bişopînin û pey hesabên biçûk nekevin. Divê hemû kes tev li pêvajoyê bibin û xwedî li doza şehîdên xwe derkevin. Heya dawiyê em ê doz û têkoşîna wan bişopînin.”

‘Em soza mezinkirina têkoşîna wan didin’

Pişt re Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û ev tişt anî ziman: “Em îro li vir kesekî oxir nakin. Em soza mezinkirina têkoşîna wan didin. Ya ku tê armancankirin, jiyana birûmet û azad a gelê Kurd e. Em hewl didin xatir ji wê hişmendiyê bixwazin ku Kurdan tune dihesibîne û hewl dide wan li derveyî hiqûqê bihêle. Bi xêra zarokên we yên hêja em di van rojan de ne. Di anîna bîranînan de gel biherikî tê. Ev ne tenê anîna bîranînê ye, ji bo ku xwedî li Rêbertiya xwe û li pêvajoya ku tê meşandin derkevin tên. Li çar parçeyan koletiyê li Kurdan ferz dikin, a ku hebûna gelê kurd nîşan da ev nirx in.”

‘Rêya me ya sibêrojê wê weke navê wan ronî be’

Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku eger gelê Kurd îro li her derê be, bi xêra van canên me yên ku me winda kirine ye û wiha got: “Werin em bi awayekî xurt bibin bersiv. Ya ku dikeve ser milê me, bilindkirin û mezinkirina vê têkoşînê ye. Em ê xwedî li bîranîn û vê têkoşîna ku bi hezaran ked û bi neynokan hatiye honandin derkevin. Rêya me ya siberojê wê weke navê wan ronî be. Têkoşîna wan wê rêya me ronî bike.”

Piştî axaftinan ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane mewlûd hat xwendin. Piştre ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe dest dane sînevîzyonê hat nişandan û bîranîn bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: bîranîna şehîdanşehîdên Rihayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

27 COTMEH 2026
Li Dêrikê ji bo cangoriyên tevgera azadiyê merasîma bîranînê

Li Dêrikê ji bo cangoriyên tevgera azadiyê merasîma bîranînê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Delîl Nergîs kirin

Bi girseyî serdana şîna Delîl Nergîs kirin

4 COTMEH 2026
Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn

Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn

20 ÎLON 2026
Sekna azadiyê, serbilindî û evîna Kurdistanê

Sekna azadiyê, serbilindî û evîna Kurdistanê

14 ÎLON 2026
Du bira, du şehîd: Agir Adar

Du bira, du şehîd: Agir Adar

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne