Wan – Zimanê Kurdî di dibistanên Tirkî de wekî dersa bijarte tê dayîn lê dema ku xwendekar û malbat dixwazin vê dersê hilbijêrin bi astengî û pisgirêkan re rû bi rû dimînin. Bêrîvan Yalçin diyar kir ku dema xwişka wê xwestiye dersa zimanê Kurdî hilbijêre ji aliyê rêveberiya dibistana Makbule Kuçukçalik ve bi astengiyan re rû bi rû maye.
Di dibistanên fermî yên dewletê de zimanê Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî), di polên 5, 6, 7 û 8an ên dibistanên navîn de di çarçoveya dersa “Ziman û Zaravayên Zindî” de wekî dersa bijarte tê dayîn. Ji bo ku di dibistanekî de dersa Kurdî wekî dersa bijarte were vekirin, divê herî kêm 10 xwendekar wê dersê hilbijêrin. Wekî din di hefteyê de tene 2 saet ew dersa bijarte tê dayîn. Li gorî daneyên Wezareta Perwerdehiya ya Tirkiyeyê ya di 2025-2026an de, li seranserê Tirkiyeyê daxwaza ji bo dersa bijarte ya Kurdî zêde bûye û gihîştiye asta herî bilind ku di navbera 59 hezar û 86 hezar xwendekarî de ye.
Her sal di nava mehên Çile û Sibatê de dersên bijarte vedibin û xwendekar dikarin hilbijêrin. Lê dema ku pêkanîna vê yekê tê nihêrîn, di sepanê de gelek astengî û pisgirêk derdikevin. Bi piranî jî ji aliyê rêveberiya dibistanan ve formên serlêdanê nayên vekirin an jî mamoste van forman li gorî dilê xwe tijî dikin. Kêmbûna mamosteyên zimanê Kurdî û metaryalan jî wek hincet derdixin pêşiya xwendekar û malbatan. Gelek caran jî haya malbatan jê nabe ku dersên bijarte vebûne. Her wiha gelek xwendekar û malbatên ku dixwazin zarokên wan perwerdehiya zimanê Kurdî bibînin bi astengî û pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.

Mamosteyê Zimanê Kurdî Zekî Îtah ku di Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) de dersên zimanê Kurdî dide û Bêrîvan Yalçin a dema xwestiyê dersên zimanê Kurdî ji bo xwişka xwe hilbijêre bi astengiyan re rû bi rû maye li ser pisgirêk û astengiyên hilbijartina dersên zimanê Kurdî pêk tên axivîn.
‘Gelek caran haya malbatan jê nabe ku dersa Kurdî tê hilbijartin’
Zekî Îtah destnîşan kir ku gelek caran haya malbatan jê nabe ku divê ew Kurdî hilbijêrin û anî ziman ku di serî de pisgirêka serlêdanan heye. Zekî Îtah da zanîn ku di serdemên serlêdanan de rêveberiyên dibistanan forman nagihînin xwendekaran û wiha got: “Di van forman de dersên hilbajartinê hene. Mamoste an jî rêvebiriyên dibistanan piranî naxwazin xwendekar dersên weke zimanê Kurdî hilbijêrîn. Sedemên van yên polîtîk jî hene û yên li dijî ziman jî hene. Wekî din jî mamoste dixwazin dersên ku dikare bide, were hilbijartin. Ew jî ji bo van dibe deriyê qezenceke zêde. Ji ber vê jî van forman nadin xwendekaran an jî naşînin ji malbatên wan re. Di gelek dibistana de mamoste ji xwe van forman tijî dikin. Gelek malbat bi van gilî û gazincan tên cem me. Gelek caran jî haya wan qet hilbijartinên dersan nabe. Bi rastî jî ew pisgirêkek girîng e ku divê her tim bê rojevê. Divê dema dersên hilbijartî tên hilbijartin malbat bên agahdarkirin.”

‘Ew tercîha pergela perwerdehiya dewletê ye’
Zekî Îtah diyar kir ku rêveberiyên dibistanan û mamoste bi zanebûn li ber hilbijartina zimanê Kurdî astengiyan derdixin û ev yek anî ziman: “Malbat dema diçin û daxwaza hilbijartîna zimanê Kurdî dikin ji aliyê rêvebiriyên dibistanan ve ji bo neyên hilbijartin hincet tên derxistin. Wekî dibêjîn 4 û 5 zarok daxwaz kirine û em nikarin polan vekin. Sedemên sereke mamoste û rêvebiriyên dibistanan in ku naxwazin dersên zimanê Kurdî bê hilbijartin. Dibe ku metaryal jî kêm bên lê ev ne hincete. Ji ber ku Kurdî û zaraveya Kurmancî dewlemend e, di komeleyan de perwerde jî tê dayîn. Materyal her tim dikarin bên amadekirin. Gelek kesan beşa zimanê Kurdî qedandiye, têra xwe mamoste jî hene. Ew tercîha pergela perwerdehiya dewletê ye. Ev yek mîna hincetek derdixin pêşberî mirovan. Wekî em her tim dibejîn divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu û bibe zimanê perwerdehiya fermî. Bi tenê hilbijartinê ve û bi seatekê ve nagihîje armanca xwe. Tenê di navbera polên 5emîn û 8emîn de tê dayîn. Heta ku zarokekî di biçûkatiya xwe de bi zimanê xwe perwerde nebîne bingeha wê jî rûnanê. Ji bo vê jî divê perwerdehiya zimanê Kurdî ne weke hilbijartî, weke dersên sereke bê dayîn.”
‘Rêveberiya dibistanê astengî derxist’
Bêrîvan Yalçin ku xwişka wê xwestiyê dersa Kurdî hilbijerê, ji aliyê rêveberiya dibistana Makbûle Kuçukçalik ya li navçeya Rêya Armûşe ya Wanê ve bi astengiyan re rû bi rû maye. Bêrîvan Yalçin diyar kir ku di sala 2025an de wan xwestiye dersa zimanê Kurdî hilbijêre û got: “Di dema hilbijartina dersan de me dît ku zimanê Kurdî nîn e. Me pirsa vê yekê ji dibistanê kir. Midûriyeta perwerdehiyê kontenjan vekiriye lê rêvebiriya dibistanê zimanê Kurdî nexistiye nava dersên hilbijartî. Me malbat hişyar kirin û em kom bûn. Beriya me dayikek çûbû gel rêveberên dibistanê û jê re gotine ku ‘dersên Kurdî yên hilbijartî nîn in û dewlet çawa dê dersên zimanê Kurdî bide’. Piştre em jî çûn û gotin ku dersên hilbijartî hene lê divê di bin 15 kesan de pol venabin. Sala beriya wê jî rêveberiya dibistanê cuda bû û bi 7 kesan ve pol vekiribûn. Me jî got em 20 kes in hûn vekin em ê hilbijêrin. Vekirin lê bi qasî 15 dk vekirî hiştibûn. Ez dema çûm malê min hilbijart lê kesên li hêviya zarokên xwe man nikarîbûn hilbijêrin. Îcar jî gotin me vekiriyê lê wê nehilbijeriye. Bi rastî jî rêveberiyên dibistanan astengiyan derdixin.”













