Cenazeyê Mevlût Elver (Azad Tolhildan) ê ku di sala 2017an de li Wanê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê malbatê û MEBYA-DERê ve ji Goristana Bêkesan a li Seyrantepeyê hat wergirtin û li Goristana Xaçortê hat veşartin.
Cenazeyê Mevlut Elver (Azad Tolhildan) ku di 21ê Tebaxa 2017an de li Wanê di pêvçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî ev 9 sal bûn li Goristana Bêkesan a Seyrantepeyê bû, ji aliyê malbat û Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ve hat wergirtin. Cenaze, li Goristana Xaçortê ya li navçeya Rêya Armûşê bi dirûşma “Şehîd namirin” bi girseyî hat veşartin.
Merasîma veşartinê, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, bi dawî bû.














