Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar pêşniyara lêkolîna meclisê ji bo berhemên Muzîka Kurdî ku wergerê Tirkî hatine kirin, kir.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zuluf Uçar berhemên muzîka Kurdî ku wergerê Tirkî hatine kirin, bir rojeva meclisê. Zulkuf Uçar pêşniyara lêkolînê ji meclisê re kir ku berhemên Kurdî ku wergerê Tirkî hatine kirin bên tespîtkirin û mîrateya çandî li gor eslê xwe bên tescîlkirin û derxistina berhemên muzîkê bi zimanê dayikê bi qanûnan bê misogerkirin.













