Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, di salvegera 11emîn a Komkujiya Gara Enqereyê ya 10ê Cotmehê de li Goristana Şehîdlikê ya Bajarê Nû û Goristana Yenîkoyê ya Rezanê qurbaniyan bi bîr anî.
Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, karkerên înşaatê yên endamên Sendîkaya Karkerên Avahî û Rê (Yapı Yol-İş) ku li Nexweşxaneya Bajêr a Amedê ji kar hatibûn avêtin, malbat û nûnerên rêxistinên sivîl ên bajêrji bo qurbaniyên li Goristana Şehîdlikê ya navçeya Bajarê Nû û Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê serdana goran kir û qurbaniyan bi bîr anî. Gelek kes tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de qerenfîl danîn ser gorên Feyat Denîz û Abdullah Erol ên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn.
‘Berpirsyar nehatin darizandin’
Hevberdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê yê demê ya Amedê Kazim Bozan anî ziman ku tevî ku 11 sal derbas bûne jî ji bo darizandina berpirsiyarên komkujiyê gavên berbiçav nehatine avêtin û got: “Beriya, 11 salan li Enqereyê, li Qada Gara Trênê, li hember deh hezaran mirovên ku ji bo aştiyê biqîrin kom bibûn êrîşeke hovane pêk hat. Di van êrîşan de mixabin 103 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan hevalên me ji jiyanê hatin qutkirin û seqet man. Îro di serdemeke ku behsa aştiya civakî tê kirin de, em dibêjin xwedîderketina li bîranîna van hevalan xwedîderketina li aştiyê ye. Wek Platforma Ked û Demokrasiyê, em careke din daxuyanin ku em ê vê têkoşînê heta dawiyê bidomînin.”
‘Em soz didin ku ev têkoşîn dê dewam bike’
Hevserokê Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydin jî bal kişand ser têkoşîna aştiyê ya kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Sedema lêgerîna me ya aştiyê hê mezintir dibe û lezgîntir dibe. Bîranîna wan, zindîgirtina têkoşîna wan e. Divê em doza wan û lêgerîna wan a aştiyê bidomînin. Heta ku aştî were vî welatî, were van axan, em soz didin ku ev têkoşîn dê dewam bike.”
Bîranîn bi rêzgirtinê bi dawî bû.














