Di hefteya 7emîn a Lîga Super de Amedspor û Gençlerbîrlîgî tên pêşberî hev û tîma Amedsporê ji bo maçê çû Enqereyê.
Di Lîga Super de vê hefteyê Amedspor dê li Enqereyê bi Gençlerbîrlîgî re bilîze û tîma Amedsporê ji bo maça sibe saet 13.30an were lîstin îro çû Enqereyê. Di Lîga Super de Amedspor di 6 hefteyên borî de 13 pûan komkir û niha tîma yekemîn e. Amedspor dixwaze ji maça sibe jî bi 3 pûanan vegere Amedê û cihê xwe yê di rêza 1emîn de biparêze.
Hêjayî gotinê ye ku weke hefteyên borî bilêtên ku ji bo alîgirên Amedsporê hatine veqetandin cardin di nava çend xulekan de qediyan. Li Enqere wê 1500 alîgirên Amedsporê ji bo piştgiriyê di maçê de amade bin.













