Endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Mithat Sancar diyar kir ku ya dewletê neçarî hevrûbûnê bike têkoşîna civakî ye û got: “Di pêvajoyê de pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne û êşên pevçûnan baş bike li pêş me sekiniye.”
Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê, li avahiya xwe ya navçeya Çankaya ya Enqereyê bernameya temaşekirina filma bi navê “Di bihuştê de 5 deqîqe (Five Minutes of Heaven)” ku Oliver Hirschbiegel derheneriya film kiriye li dar xist. Film mijara kuştina kesekî ji ber pevçûnên mezheban digire dest û qala tolhildan, hevrûbûn û poşmantiyê dike. Her wiha endamê Heyeta DEM Partiyê yê Îmraliyê û parlamenterê Rihayê Mithat Sancar jî tevlî bernameyê bû û li ser film û giredayî pêvajoyê, girîngiya aştiyê bandora şer gotûbêj kir. Gelek kes tevlî bernameyê bûn. Moderatoriya gotûbêjê derhenêr Fatîn Kanat kir.
Mithat Sancar ku piştî temaşekirina film axivî anî ziman ku ew demekê dirêj di serdemên pevçûnan û aştiyê de li ser hevrûmayinê rawestiyayê û got ku şoreşa Tirkiyeyê ji hevrûbûnê re derbas dibe. Mithat Sancar diyar kir ku tişta di film de bala wî kişandiye hevrûbûn e û got: “Gelek rêbazên hevrûbûnê hene û sinema jî yek jî ji van rêbazan e. Ew film jî yek jî mînaka ji bo aştiyê pêdivî bi hevrûbûnê heye ye.”
‘Avakirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di destê me de ye’
Sancar qala pêvajoyên pevçûnan yên cîhanê kir û wiha axivî: “Ji bo êşên pêvajoya pevçûnan derbas bibe hewcehî bi mekanîzmayên weke komîsyonên heqîqetê û hevrûbûnê heye. Di mînakên dinyayê de jî xuya dike ku heta travmayên pevçûnan derbas nebe aştiyeke mayinde nepêkan e. Niha pêvajoyeke aştiyê ango çareseriyê heye. Pirsa kîjan mekanizma dikare hevrûbûnê pêkbîne û êşên pevçûnan baş bike li pêş me sekiniye. Çalakiya Dayikên Şemiyê ji bo hevrûbûnê cihekî girîng disekine. Hem li Arjantînê û hem jî li vir. Avakirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di destê me de ye. Ya ku dewletê neçarî hevrûbûnê bike têkoşîna civakî ye. Divê ew pêvajo weke pêvajoya înşayê bê dîtin. Ya ku dewletê veguherîne têkoşîna civakî ye.”
Bername bi pirs û bersivan bidawî bû.















