Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan derbarê nameya girtî Mehmet Huseyîn Meral ku qala muameleyên xirab ku ew rû bi rû mabû de serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclisê da û ji bo bersivê bidin pêşniyarpirs da Wezareta Dadê û Tenduristiyê.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, têkildarî rewşa girtiyê nexweş Mehmet Huseyîn Meral ku di girtîgeha Ewlehiya Bilind a Burdurê ragirtiyê û du caran krîza dil derbas kiribû de serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclisê da û ji bo bersivê bidin pêşniyarpirs da Wezaretê Dadê û Wezareta Tenduristiyê.
Newroz Uysal Aslan di serdana Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclisê de bi lêv kir ku Mehmet Huseyîn Meral di 9ê Tebaxa 2026an de krîza dil derbas kiriye lê xebatkarên girtîgehê 3-4 deqîqe dereng mudaxale kirine û rakirine nexweşxaneyê. Newroz Uysal Aslan diyar kir ku Mehmet Huseyîn Meral di nameya xwe de diyar kiriye ku piştî ew taburcu bûye ew sewqî Girtîgeha Ispartayê ya Tîpa E kirine û xistine hucreyeke yek kesî ku paceya wê tune ye.
Newroz Uysal Aslan da zanîn ku di hucreyê de ew ji ber behnestandinê rakirine nexweşxaneyê û wiha got: “Ew dema rakirine nexweşxaneya Ispartayê ya Dewletê li beşa lênehêrîna lêzgîn dane sekinandin û mudaxalê nekirine. Ji ber ku nexweşxaneyê mudaxale nekiriye personelê amîrê ewlehiya girtîgehê bertek nîşan daye û gotiye hûn çima mudaxale nakin û hûn li bendê ne bimire. Piştî bertekan ew girtine ameliyatê. Di ameliyata 2yemîn de bijîşkeke jin û bijîşka jin beriya ameliyatê stranên netewperest vekiriye, sirûda mehterê vekiriye. Meral li ser vê rewşe dibêje, ne diyar bû diketin ameliyatê yan diketin şer. Mehmet Huseyîn Meral ji ber şert û mercên di nav de protesto bike li ser van kiryarên bijîşk û nexweşxaneyê dirûşmeya ‘Rûmeta mirovahiyê dê îşkence têk bibe’ berzkiriye û li ser vê yekê ji aliyê nexweşxaneyê ve hatiye taburcukirin. Mehmet Huseyîn Meral dibêje dema ew ji girtîgehê tê derxistin jî sergardiyanek destê wî pet digire û dibêje, ‘Tu dua bike kamera hene heke wisa nebûna min ê tu bixista komayê’ û haqaret kirine. Meral li ser vê yekê gotiyê ew ê gilî bike û piştrê sergardiyan careke din destê wî pet girtiye. Li ser vê yekê destê Meral jî mor bûye.”
Daxwaz

Newroz Uysal Aslan bi lêv kir ku Mehmet Huseyîn Meral di nameya xwe de gotiye ew nikare di wan şert û mercan de li girtîgehê bimînê û ew daxwaz kirin;
“*Rewşa tenduristiyê ya rojane ya Mehmet Huseyîn Maral û Ahmet Oguz bi lezgînî ji aliyê bijîşkên pispor ve were lêkolînkirin; ka xetereyeke li ser jiyana wan heye an na, guncavbûna mayîna wan a di şertên girtîgehê de ji aliyê tibî ve û gihîştina wan a ji bo dermankirina pêwîst ji saziyên tenduristiyê yên peywendîdar were pirsîn.
*Qeydên servîsa lezgîn, anjiyo, emeliyat, çavdêriya giran, razana nexweşxaneyê, derxistin û sewqê ligel saetên qebûlkirina nexweşxaneyê yên derbarê her du krîzên dil ên Maral de bên peydakirin; sedemên ku di krîza duyemîn de nêzî 15 saetan hatiye rawestandin, kapasîteya nexweşxaneyê û çima vebijarka sewqkirina nexweşxaneyeke din nehatiye bikaranîn, bên lêkolînkirin.
*Di dema emeliyata duyemîn de nêzîkatiya bijîşkan, agahdarkirina nexweş, vekirina muzîkê li odeya emeliyatê, sepandina kelepçeyan û îdiayên derbarê muameleya cudakar a ji ber nasnameya wî ya siyasî de bên vekolîn.
*Sedemên tibî û îdarî yên derxistina wî ya di demeke kin de ji beşa çavdêriya giran a piştî emeliyatê, ragirtina wî di şertên neguncav de, nêzî 24 saetan nedana xwarinê û ji ber vê yekê nebikaranîna dermanên wî bên lêkolînkirin.
*Piştî krîza dil li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Ispartayê du caran xistina nav hucreyên bêpencere, bêhewa û ji bo tenduristiyê neguncav, her wiha di dema nexweşketinê de mudaxelenekirina hewara wî ya alîkariyê bê lêkolînkirin.
*Derbarê mudaxeleya fîzîkî, dijûn û gefên tundiyê yên sergardiyan de personelên peywendîdar bên tesbîtkirin; zabitnameyên bûyerê, heke hebin qeydên kamerayan, raporên tenduristiyê û dosyeyên lêpirsîna edlî yan îdarî bên lêkolînkirin.
*Şertên ragirtina Maral ên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Burdurê û bandora li ser nexweşiya dil bên lêkolînkirin. Heke rewşa wî ya tenduristiyê bixwaze, taloqkirina înfazê yan tedbîrên din ên guncav ji aliyê rayedaran ve bi lezgînî bên rojevê.
*Dosyeya tenduristî û înfazê ya Ahmet Oguz were vekolîn; biryarên derbarê serlêdanên wî de bên xwestin; ka şertekî wekî “derbasî beşa bêaliyan bibe” lê hatiye ferzkirin an na û bandora vê nêzîkatiyê ya li ser karûbarên înfazê were lêkolînkirin.
Her wiha Newroz Uysal Aslan ji bo bersiv bide ji Wezareta Dadê û Tenduristiyê re jî pêşniyarpirs da.













