• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bîranîna Geverê: Şehîd xwedî exlaq û sekin bûn

Colemêrg/ AW

27 TEBAX 2026 - 17:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bîranîna şehîdên Geverê bi bernameyekê bi dawî bû. Endamê sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş ku di bîranînê de axivî, diyar kir ku jiyana şehîdan kengî li nav civakê hate bicîhkirin, wê çaxê ew dê bibin şopdarê doza wan û got: “Şehîdên me neketin li pey berjewendiyên şexsî; xwedî exlaq û bi sekin bûn.”

Bi pêşengiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin e re (MEBYA-DER) a Colemêrgê bîranîna ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Eywana Dawet û Konferansê ya Çayir a li taxa Gungorê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn di roja sêyemîn de bi beşdarbûna endamên Sekrateryaya Îmraliyê Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş, Dayîkên Aştiyê, parlementerên DEM Partiyê, Platforma Saziyên Demokratîk û bi tevlîbûna bi hezaran welatiyan berdewam kir. Gelê Geverê di saetên serê sibê de herikîn cîhê bîranîna şehîdan.

Di bîranîna şehîdan de mevlûd hat dayîn û dia hatin kirin. Gelek peyamên sersaxiyê yên ji Başûr, Rojava, Ewropa û hevalên di zindanan de hatin xwendin. Her wiha Platforma Saziyên Demokratîk, parlementer û Dayîkên Aştiyê yên Wanê jî bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” tev li bîranînê bûn.

‘Ez ser bilind im’

Di bîranînê de ewilî bavê şehîd Rojbîn Akdogan (Awesta Raperîn) û Derya Akdogan (Arîn Gever) Haci Akdogan axsivî û got: “Em bi wan ser bilind in. Em dê heta dawiyê xevn û xeyalên ku pişt xwe hêlandî bi cîh bînin. Li Rojava, Başûr û Bakur em ê teqez hesabê wan xayîn û xwefiroşan ku pê xwîna zarokên me lîstine bipirsin. Serê Rêber Apo û gelê Kurd sax be.”

‘Gelê Kurd xwedî li şehîdên xwe derket’

Dû re rêvebera MEBYA-DERê ya Wanê Mevlûde Azan mafê axaftinê girt û sersaxî ji malbatên şehîdan xwest. Mewlûde Azan diyar kir ku êşa wan gelek giran û kur e lê li her derê Kurdistanê gelê Kurd bi girseyî li şehîdên xwe xwedî derketin û ew bi bîr anîn.

‘Li her derê Kurdistanê têkoşîn kirin’

Piştre Parlementera DEM Partiyê yê Şirnexê Newroz Uysal anî ziman ku herêma Geverê ji Çiyayên Zagrosan, Cîloyan, Govendê heta Çiyayê Simbil xwedî seknek, çandek, dîrokek û heybetek bêhempa ye. Nevroz Uysal Aslan diyar kir ku ev ciwanên cangorî li Geverê hatin dinê, lê li Botanê, Wanê, Amedê, Xakurkê, Metînayê, Zapê, Şengalê bi hewara gelê xwe çûne û ev tişt anî ziman: “Ev ciwan li her derê Kurdistanê bûn. Peywîra me ev e ku têkoşîna wan em hildin ser milê xwe û armanca wan pêk bînin. Em dê pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye despêkirin, bi armanc û hêviya van şêhîdan, li gorî layiqbûna van cangoriyan bi rê ve bibin.”

‘Şehîd neketin li pey berjewendiyên şexsî’

Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Çetîn Arkaş jî di bîranînê de axivî û bal kişand ser pîvana jiyana şehîdan ku fêmkirina jiyana wan fêmkirina jiyana rasteqînî ye. Çetîn Arkaş di berdewamiya axaftina xwe wiha got: “Van şehîdan her demê pariyê biçûk dan xwe yên mezin dane gelê xwe. Kengî me jiyana wan li nav civaka xwe bi cîh kir vê çaxê em dibin şopdarê doza wan. Şehîdên me neketin li pey berjewendiyên şexsî, xwedî exlaq û bi sekin bûn. Wan îro em kirin bi mîlyonan. Kurd gelek caran rastî qirkirinan hatin û bi hezaran şehîd dan. Rêber Apo pêvajoyek da destpêkirin. Kurd dikare her dem û wext li ber xwe bide lê em naxwazin êdî şer bikin. Em dixwazin bi wekvehî û aştiyê li Kurdistanê bijîn.”

Bernameya bîranîna şehîdan a ev 3 roj bûn berdewam dikir, bi nîşandana sînevîzyona derbarê jiyana şehîdan ve bi dawî bû.

Etîket: Bîranîna şehîdên GeverêÇetîn ArkaşHaci AkdoganMEBYA-DERNewroz UysalŞirnexê Newroz Uysal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Dîlokê ji bo cangoriyan mewlûd hate dayîn

Li Dîlokê ji bo cangoriyan mewlûd hate dayîn

21 COTMEH 2026
DEM Partiyê ji Meclisê xwest ku ji bo cenaze û goristanên rûxandî lêkolînê bike

DEM Partiyê ji Meclisê xwest ku ji bo cenaze û goristanên rûxandî lêkolînê bike

21 COTMEH 2026
Amediyan di roja dawî de bi girseyî berê xwe da pêşengehê

Amediyan di roja dawî de bi girseyî berê xwe da pêşengehê

4 COTMEH 2026
Cenazeyê Mevlût Elver li Goristana Xaçortê hat veşartin

Cenazeyê Mevlût Elver li Goristana Xaçortê hat veşartin

1 COTMEH 2026
MEBYA-DERa Êlihê Riza Altûn û şehîdên meha îlonê bi bîr anî

MEBYA-DERa Êlihê Riza Altûn û şehîdên meha îlonê bi bîr anî

30 ÎLON 2026
Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

Li Mûşê û Stenbol şehîd tên bi bîranîn

10 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne