Şaxên ÎHDa Stenbol, Îzmîrê û Înîsiyatîfa Ji Girtiyan Nexwşe re Azadî ya Enqereyê xwestin girtiyên nexweş ên giran Ergîn Yanik, Mehmet Huseyîn Maral û Ergîn Aktaş werin berdan.
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan a Îzmîr, Stenbolê û Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bi armanca balê bikêşinn li ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş Ergîn Yanik, Mehmet Huseyîn Maral û Ergîn Aktaş demildest werin berdan û bi rêk û pêk werin dermankirin.
Stenbol

Tiba Edlî 7 caran xwest bê berdan lê dîsa jî nehat berdan
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 752emîn de li pêşiya avahiya komeleyê çalakiya “Rûniştina Fyê” li dar xist. Malbatên girtiyên nexweş û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ku li Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa Rê tê girtin, daxuyanî hate dayîn.
Di daxuyaniyê de pankartên “Tedawî maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Ergîn Aktaş bê berdan” û wêneyên girtiyên nexweş hatin rakirin.
Daxuyanî ji aliyê endama ÎHDa Stenbolê Meryem Bars ve hate xwendin.
Meryem Bars diyar kir ku di hefteya 752emîn de ji bo girtiyê nexweş Ergîn Aktaş, ku hê jî di Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa Rê de tê girtin, kom bûne û wiha axivî: “Destê çepê yê Ergîn Aktaş ji enîşkê û destê rastê jî ji zendê ve tune ye. Bi tenê nikare pêdiviyên xwe yên jiyanî bicîh bîne. Ji bilî vê, Ergîn Aktaş bi zature, KOAH, tuberkuloz û kîmyoterapî re têdikoşe. Li gorî agahiyên malbatê, Ergîn Aktaş ji sala 2011an ve di girtîgehê de ye. Li Girtîgeha Menemenê ya Tîpa Ryê li qawîşa bêhewa hatiye girtin û ji ber vê sedemê jî nexweşînên giran lê peyda bûn. Piştî ku ew şandin Girtîgeha Metrîsê ya Tîpa Ryê, tevî ku hat xwestin ku Ergîn Aktaş dîsa di qawîşa yek kesî de were ragirtin, li dijî vê yekê Ergîn Aktaş dest bi greva birçîbûnê kir. Ji bo ku tedawiya Ergîn Aktaş li nexweşxaneyê bidome, daxwaza paşxistina înfazê hate kirin û Tiba Edlî 7 caran biryara ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ da. Lê li gorî rapora emniyetê, bi hinceta ‘ji bo ewlehiya civakê talûke ye’, nehate berdan. Tevî hemû serlêdanan jî Ergîn Aktaş hê jî nehatiye berdan.”
Piştî xwendina daxuyaniyê, çalakî bi dawî bû.
Enqere
Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 624emîn a çalakiya xwe de têkildarî rewşa girtiyê nexweş Mehmet Huseyîn Maral li Kolana Sakaryayê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û parastvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, divê girtiyên nexweş demildest bên berdan” hate rakirin. Girseyê diruşmên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd îşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe” berz kirin.
Rêvebera ÎHDê ya şaxa Enqereyê Kezîban Kalin daxuyanî xwend.
‘Dermankirina bi lez nebe dê jiyana wî têkeve xeteriyê’
Kezîban Kalin destnîşan kir ku tevî nexweşiyên xwe yên giran Mehmet Huseyîn Maral di Girtigeha Ewlehiya Bilind a Burdurê de tê ragirtin û got: “Nexweşiyên wî yên cidî wek dil û demarê hene. Ew nexweşekî giran e. Ew di demekê kin de 2 caran kriza dil derbas kiriye û 2 caran anjiyo bûye. Ew gelek caran jî hewcedariya dermankirina bi lêz ditiyê. Di 2 damarên wî de xitimandin peyda bûyê, piştî dermankirinê yek ji wan hetiye vekirin. Mehmet Huseyîn Maral krîza dil derbas kiriye û damarekî wî de xitîmîn peyda bûye, tenê rojek li nexweşxanê hatiye girtin û ji pişt re ew birine girtigehê. Divê nexweşiyek weke krîza dil bi rêk û pêk û ji nêz ve were şopandin. Divê ew di bin şopandina kordiyolojiyê de bibe. Di Girtigeha Elehiya Bilin a Burdurê de nebûna hizmetên kardiyolijiyê ji bo Mehmet Huseyîn Maral xeteriya jiyanê derdixe holê. Ji bo mudexelaya nexweşiyekê bi vî rengi divê bi lez bê tevgerîn.”
‘Şert û mercên girtigehê ne li gor dermankirina wî ye’
Di dawiya axaftina xwe de Kezîban Kalin anî ziman ku şert û mercên girtigehê ji bo dermankirina Mehmet Huseyîn Maral ne bi guncav e û wiha got:” Mehmet Huseyîn Maral demekê dirêj e di qawîşa yekkesî de tê ragirtin. Li vir xwe gihandina tavê, hewayê û hizmetên tendûristiyê bi sinor in û kesekî ku nexweşiyên giran wiha giran lê peyda bûne ji hêla tendûristiya fîzîkî û derûnî neyînî bandor dibin. Şandina wî ya hucreyê li gor nexweşiyên wî ne rast e. Di dema dermakirinê jî kiryarên ne li gor pîvanên rûmeta miroviyê re ru bi ru maye. Ji piştî anjiyoyê ew xistinê hucreyekê 2 metrekarê û ew li vir ji ser hemdê xwe çûye. Dema ku anjiyoya 2an jî xwastine bikin û ew vê yekê qebûl nekiriye rastî tundiya fîzîkî û devkî ditiye. Divê Mehmet Huseyîn Maral demildest bê berdan. Divê dermankirna wî li nexweşxaneyeke bi rêk û pêk bê kirin. Divê demara xitîmiyê were dermankirin. Nexweşekî ewqas giran di bin şert û mercên girtigehe de nikare bê dermankirin.”
Daxuyanî çepîk û berzkirina diruşman bi dawî bû.
Îzmîr
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji ber nexweşiyên giran û pir alî yên Enver Yanîk ê ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê tê ragirtin û astengiyên xwe gihandina dermankirinê, li ber Sûmerbanka Kevn a Konakê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin bêdeng nemîne nebe şirîkê sûc” hat vekirin. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHDê Parêzer Nazli Tûran metna daxuyaniyê xwend.
‘Rewşa Enver Yanik ne baş e’
Nazli Tûran diyar kir ku teşhîsa Sendroma Wernicke-Korsakoff li Yanîk hatiye danîn û û da zanîn ku Yanîk ji sala 1994an ve gelek caran hatiye girtin, rastî gelek binpêkirinên mafan hatiye û got: “Yanik ê di sala 1999an de di dema êrîşên li ser girtîgehan de bi giranî birîndar bûbû, gelek emeliyat derbas kirine. Ji ber ku hestiyê li ser destê rastê perçe bûye 8 platîn tê de ne, di bedena wî de gelek gule û perçeyên şarapnelê mane. Her wiha piştî êrîşan û travmayên giran ên ku li girtîgehê rû da, hîdrofîl di Yanîk de pêş ketiye; vê rewşê di aliyê norolojîk de encamên mayînde û pêşveçûyî anîne holê. Enver Yanik ê ku di sala 2024an de cezayê girtîgehê yê muebbeta giran lê hate birîn sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hemar 1 ya Kiriklarê hat kirin û darizandina wî li Dadgeha Bilind didome. Yanîk ê ku piştî greva birçîbûnê ya mehekê ya ku ji bo daxwaza darizandina adilane li Kiriklarê pêk anîbû rewşa wî ya tenduristiyê gihişt qonaxeke krîtîk. Di 13ê Mijdara 2025an de wî sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê kirin, lê rewşa tenduristiyê her diçe xirabtir dibe.
‘Enver Yanik divê demildest bê berdan’
Nazli Turan got ku Yanîk di hêla dabînkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn de zehmetiyê dikêşe û wiha derbirî: “Yanîk ji ber ku nikare bimeşe û di pêdiviyên xwe yên sereke de pirsgirêkên cidî dikişîne, pêdiviya xwe ya tuwaletê tenê bi sondayê dikare bicîh bîne. Di rewşên ku nikaribe ji cihê xwe rabe de, bişkokeke banga lezgîn ku ji bo destwerdana lezgîn hatiye dayîn heye. Lê belê di pratîkê de, di piraniya deman de bersivdana Yanik dereng dimîne. Yanik li erdê bêhal tê dîtin. Li gorî agahiyên dawî yên ku malbata wî dane, Enver Yanik di 19ê Tebaxê de sewqî nexweşxaneya bajêr hatiye kirin û hatiye tespîtkirin ku li ser pişika wî perçe hatiye dîtin lê tevî vê rewşa giran jî girtî tenê bi dayîna dermanan paş ve şandine girtîgehê. Beriya ku encamên giran derkevin holê, divê Enver Yanik tavilê bê berdan û di bin şert û mercên guncav de bê dermankirin. Berevajî vê yekê, berpirsiyariya hemû encamên ku dê derkevin holê dê li ser milê desthilatdarên edlî û îdarî be ku tevî rîskên berbiçav û serlêdanan tişta pêwîst nekirine. Heya ku mafê jiyanê yê girtiyên nexweş were misogerkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”



















