Tahlileya girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirîm ku cezayê wî yê 30 salî qediyaye cara sêyemîn hate astengkirin. Dadgehê bi hinceta “eger bê berdan wê têkiliya xwe ya bi rêxistinê re bidomîne” îtiraza parêzeran red kir.
Îtiraza Mehmet Sait Yildirim ku dema xwe ya înfazê ya 30 salî qedandiye û daxwaza wî ya serbestberdana bi şert ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve cara sêyemîn hate taloqkirin, ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya 2yemîn a Îzmîrê ve hate redkirin. Tevî ku Mehmet Saît Yildirim krîza dil derbas kiribû, li girtîgehê tu cezayê wî yê dîsîplînê tunebû û hatibû dîtin ku li gorî rêgez û qaîdeyan tevgeriyaye jî, derbarê wî de nirxandina “ne di nava halê baş de ye” hate kirin.
Dadgeh li gorî lijneya girtîgehê tevgeriya
Dadgeriya Înfazê ya 2yemîn a Îzmîrê, bi biryara xwe ya sedemdar a dîroka 3yê Îlona 2026an re, îtiraza Mehmet Sait Yildirim a ku bi rêya parêzera wî Fatma Demirer re dabû destpêkirin, red kir. Îtiraz li dijî biryara serbestberdana bi şert a cara sêyemîn hatibû taloq kirin, hatibû kirin. Di biryara bi îmzeya Dadger Şule Tûnç de, hate diyarkirin ku di nirxandina lijneyê de “tu aliyekî ku li dijî usûl û qanûnê be nîne” û îtiraz hate redkirin.
‘Eger bê berdan wê têkiliya xwe ya bi rêxistinê re bidomîne’
Li gorî nirxandina rêveberiya lijneyê ku di biryarê de cih girtiye, hate tespîtkirin ku Mehmet Saît Yildirim erkên xwe yên li girtîgehê anîne cih, zirar nedaye alavên saziyê, li gorî rêgezên nîzamê û paqijiyê tevgeriyaye, li dijî karmendan an jî girtiyên din tu tevgereke wekî gef, tehrîk an şer tune ye, tevlî çalakiyên werzişê bûye, pirtûkan dixwîne û tu cezayeke wî yê dîsîplînê nîne. Her wiha hate tomarkirin ku di danûstandinên kelûpel û nameyan de jî tu delîlekî çalakiyên rêxistinî nehatiye dîtin.
Bikaranîna têgihên ‘rehîneyê siyasî’ û ‘komploya navneteweyî’ bû hêncet
Lê belê lijneyê li ser bingeha qeydên hevdîtina girtî ya ku Mehmet Saît Yildirim di 30ê Adara 2026an de bi wesiyê xwe re pêk anîbû, gihîşt encameke cuda. Lijneyê angaşt ku ji qeydan hatiye fêmkirin ku Mehmet Saît Yildirim gotinên ku îdeolojiya rêxistinê diparêzin bikar anîne, gotinên wekî “rehîneyê siyasî” û “komploya navneteweyî” bi lêv kiriye; li ser vê bingehê jî ev yek wekî hincet hate nîşandan ku heke bê berdan “wê têkiliya xwe ya bi rêxistinê re bidomîne.”
Serbestberdan sê mehên din hate taloqkirin
Lijneyê her wiha destnîşan kir ku Mehmet Saît Yildirim qebûl nekiriye biçe servîsa psîkososyal û daxwaza hevdîtina takekesî ya ku ji bo wî hatibû kirin red kiriye, di mijara nîşandana poşmaniyê de pêşveçûnek nîşan nedaye, ji bo tevlêbûna civakê amade nîne. Lewma lijneyê diyar kir ku bi dengê hemû endaman lijne gihîştiye wê encamê ku ew “ne di nava halê baş de ye.”
Li gorî vê nirxandinê, lijneyê biryar da ku serbestberdana bi şert a Mehmet Saît Yildirim ne guncav e û dîroka nirxandina bê wekî 24ê Mijdara 2026an hate diyarkirin. Li dijî vê biryarê, ji dema teblîxatê pê ve di nava du hefteyan de rêya îtirazê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 1ê ya Îzmîrê vekirî hate hiştin.













