• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
29 November 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kosret Resûl: Em dixwazin bi Bexdayê re gotûbêjek cidî bikin

    Kosret Resûl: Em dixwazin bi Bexdayê re gotûbêjek cidî bikin

    Li Fîsê pîrozbahiya 27ê Mijdarê

    Li Fîsê pîrozbahiya 27ê Mijdarê

    Dayikên Aştiyê 27ê Mijdarê pîroz kirin

    Dayikên Aştiyê 27ê Mijdarê pîroz kirin

    ‘Deriyê zindanan vekin û girtiyên nexweş berdin’

    ‘Deriyê zindanan vekin û girtiyên nexweş berdin’

    Li Amedê bi boneya şehîdên meha Mijdarê kulîlk li ser gorên şehîdan hatin çandin

    Li Amedê bi boneya şehîdên meha Mijdarê kulîlk li ser gorên şehîdan hatin çandin

    Ji bo parastina Zanîngeha Rojava kampanya hashtagê tê destpêkirin

    Ji bo parastina Zanîngeha Rojava kampanya hashtagê tê destpêkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Kosret Resûl: Em dixwazin bi Bexdayê re gotûbêjek cidî bikin

    Kosret Resûl: Em dixwazin bi Bexdayê re gotûbêjek cidî bikin

    Li Fîsê pîrozbahiya 27ê Mijdarê

    Li Fîsê pîrozbahiya 27ê Mijdarê

    Dayikên Aştiyê 27ê Mijdarê pîroz kirin

    Dayikên Aştiyê 27ê Mijdarê pîroz kirin

    ‘Deriyê zindanan vekin û girtiyên nexweş berdin’

    ‘Deriyê zindanan vekin û girtiyên nexweş berdin’

    Li Amedê bi boneya şehîdên meha Mijdarê kulîlk li ser gorên şehîdan hatin çandin

    Li Amedê bi boneya şehîdên meha Mijdarê kulîlk li ser gorên şehîdan hatin çandin

    Ji bo parastina Zanîngeha Rojava kampanya hashtagê tê destpêkirin

    Ji bo parastina Zanîngeha Rojava kampanya hashtagê tê destpêkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ÎHD Îzmîr: Demildest girtiyê nexweş Ayhan Kavak berdin

Îzmîr / AW

28 November 2026 - 14:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
ÎHD ya Îzmîrê di çalakiya xwe ya du hefteyan carekê de bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Ayhan Kavak û destnişan kir ku di serdemeke wiha de ku îradeya demokratîkbûyîn û aştiyê tê nîqaşkirin, yek ji gavên herî lezgîn û şênber ew e ku girtiyên nexweş ên giran demildest bêne berdan.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê çalakiya xwe ya ku ji bo balê bikêşe ser rewşa girtiyên nexweş ku du hefteyan carekê li ber SumerBanka Kevin a navçeya Konakê li dar dixe, domand. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa tenduristiyê û binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyê nexweş Ayhan Kavak.
Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne nebe şirîkê sûc” hat vekirin.
Daxuyanî li ser navê girseyê ji aliyê Nûnera ÎHDê ya Herêma Egeyê Vetha Aydin ve hat xwendin.

‘Di vê serdema aştiyê de gava herî şênber berdana girtiyên nexweş e’

Vetha Aydin diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê bi sedan girtiyên nexweş ji ber polîtîkayên înfazê yên cudakar û astengiyên keyfî yên burokratîk, hîn jî ji mafên xwe yên herî bingehîn ên tenduristî û jiyanê bêpar tên hiştin û bal kişand ser nîqaşên demokratîkbûn û aştiyê û got: “Di serdemeke wiha de ku îradeya demokratîkbûyîn û aştiyê tê nîqaşkirin, yek ji gavên herî lezgîn û şênber ên ku divê bên avêtin ew e ku dawî li van binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bê anîn û girtiyên nexweş ên giran demildest bêne berdan.”

Vetha Aydin da zanîn ku Ayhan Kavak ê di sala 1964an de ji dayik bûye, ji sala 1999an vir ve nêzîkî 27 salan e li girtîgehan tê girtin û got: “Bi salan e li dijî gelek nexweşiyên giran û kronîk têdikoşe. Di serî de spondîlîta ankîlozan, nexweşiyên wî yên romatîzmal û ortopedîk ên di asta pêşketî de, fîtîqa piştê û helîna hestiyan hene. Ji ber van nexweşiyan tevgerên wî bi awayeke cidî sînordar bûne, di lingê wî yê rastê qopbûneke berbiçav pêk hatiye û roj bi roj meş jê re zehmettir tê.”

Vetha Aydin destnîşan kir ku pirsgirêkên tenduristiyê yên Ayhan Kavak bi nexweşiyên ortopedîk ve sînordar nînin û got: “Di çavên wî de kêmbûna dîtinê ya di asta pêşketî de heye û berçavikên bi numreyên bilind bi kar tîne. Her wiha nexweşiya rîtmê ya dil, tansiyona bilind, kêmxwînî, astim, gûatr, birîna mîdeyê, nexweşiyên diran û gelek nexweşiyên cuda yên romatîzmal hene. Hebûna van nexweşiyan bi hev re, şopandina birêkûpêk a bijîşkên pispor, dermankirina bênavber a bi dermanan û şert û mercên lênêrînê yên guncav ferz dike. Bi taybetî sînordarbûna tevgerê ya ku bi helîna hestiyan re pêş dikeve, rîska ketin û şikestinê jî zêde dike.”

Çavdêriyên hevdîtina 19ê Mijdarê

Vetha Aydin der barê hevdîtina ku di 19ê Mijdara 2026an de bi Kavak re hate kirin de jî hin agahî parve kir û wiha got: “Di hevdîtinê de giranbûna rewşa tenduristiyê bi awayekî eşkere hate dîtin. Hat çavdêrîkirin ku di meşê de pir zehmetiyê dikişîne, lê tenê bi xwegirtina li dîwaran dikare bi pêş ve biçe û tevgerên wî gelekî hêdî bûne. Kêmbûna tevgerê heta vê astê nîşan dide ku nexweşiyên wî yên ortopedîk û romatîzmal êdî gihîştine qonaxeke giran ku bandorê li pêkanîna pêdiviyên wî yên herî bingehîn jî dike.”

‘Sê kelemçe û bêparhiştina ji pêdiviyên mecbûrî’

Vetha Aydin bertek nîşanî astengkirina xizmetên tenduristiyê da û got: “Li Girtîgeha Eregliyê bikaranîna sê kelemçeyan di sewqên nexweşxaneyê de, ji bo girtiyên ku nexweşiyên wan ên ortopedîk ên giran hene, pirsgirêkeke din çêdike. Ayhan Kavak nikare bi rêkûpêk derkeve revîrê jî û daxwazên wî yên fîzyoterapî û nexweşxaneyê nayên cîbicîkirin. Ji ber zehmetiya meşê, pêdivî heye ku bi ambûlansê bibin nexweşxaneyê û ji bo ku bikaribe pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bîne, derfeta tûwaleta bi klozet jê re bê dabînkirin. Lê belê bêyî ku ev pêdiviyên wî yên mecbûrî bên dabînkirin, di girtîgehê de tê girtin.”

‘Divê înfaza Ayhan Kavak tavilê bê taloqkirin û bê berdan’

Vetha Aydin di dawiya daxuyaniyê de daxwazên xwe rêz kir û got: “Daxwaza me zelal e: Divê înfaza Ayhan Kavak tavilê bê taloqkirin û girtî bê berdan. Divê rewşa wî ya tenduristiyê li nexweşxaneyeke serbixwe û tam-pêkhatî bi awayekî berfireh bê nirxandin; di serî de romatolojî, ortopedî, fîzyoterapî, kardîolojî û nexweşiyên çavan, divê hemû tedaviyên ku pêdiviya wî pê heye bênavber bên dabînkirin. Heta ku berdana wî pêk bê, divê pêdiviyên wî yên sewqa bi ambûlansê, tûwalet, derman û rehabîlîtasyonê bi tevahî bên cîbicîkirin û pêkanînên kelemçekirinê astengiyê li pêşiya gihîştina wî ya xizmeta tenduristiyê çêneke.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştina pênc deqeyî bi dawî bû.

Etîket: girtiyan nexweşİzmir
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tanhan: Heke aştiyê dixwazin bila ewilî girtiyên nexweş berdin

Tanhan: Heke aştiyê dixwazin bila ewilî girtiyên nexweş berdin

22 November 2026
Tulay Hatîmogûllari: Ev ne qeza ye, qetlîam e!

Tulay Hatîmogûllari: Ev ne qeza ye, qetlîam e!

10 November 2026
Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

1 November 2026

Xizmên Windayan û ÎHDê aqûbeta windakiriyan pirsîn

24 October 2026
Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 September 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 September 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • JINNEWS û NûJINHA pêşengtiya zimanê wekheviya zayendî dikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji şivantiyê ber bi mamosteyê ziman ve: Girtîgeh ji bo xwe kir Akademiya Kurdî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dosye-2: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
    Qanûnên heyî li Sûriyeyê jinan naparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pêvajo li benda geşedanên nû ye: Dê deste biçe Îmraliyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Civaka Demokratîk ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî misogeriya pêşeroja azad e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Civîna MGKê bi dawî bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • YCK-KURD Konferansa Herêma Tolhildanê li dar xist

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne