Ji bo Tûncer Saglam ê ku di girtîgehê de nexweş ketibû û piştî sewqkirina nexweşxanê jiyana xwe ji dest dabû, li Qelqeliyê mewlûd hat dayîn.
Girtiyê nexweş Tuncer Saglam di sala 2025an de li Wanê bi hinceta “propagandaya rêxistinê” hatibû girtin. Piştî giranbûna rewşa wî ya tendirûstiyê, Tuncer Saglam 25 roja li Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê ya Enqereyê hat dermankirin û piştre jî hate entûbekirin. Tuncer Saglam di 7ê Mijdarê de li Enqereyê jiyana xwe ji dest da û ew li gundê Girêdêr yê girêdayî navçeya Qelqeliyê hat veşartin. Ji aliyê malbatê ve li Girêdêrê ji bo Tuncer Saglam mewlûd hat dayîn. Parlamenterên DEM Partiyê ên Wanê, Hevşaredarên Wanê, rêveber û endamên MEBYA-DER, TUHAY-DER û rêveberên DBP, DEM Partî û gelek saziyên sivîl, komele û welatî tev li mewlûdê bûn. Welatiyên tev li mewlûdê bûn dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin.
Mewlûd, bi xwendina duayan dest pê kir û piştre hevserokê MEBYA-DERê Yusuf Dundar anî ziman ku divê xewn û xeyalên şehîdan were pêkanîn. Yusuf Dundar da zanîn ku di şexsê Tûncer Saglam de divê xeyalên şehîdan werin pêkanîn û li bîranînên wan xwedî bê derketin.
‘Tuncer Saglam nehat dermankirin’
Piştre mafê axaftinê rêveberê TUHAY-DERê Osman Başak hilgirt û bi bîr xist ku Tûncer Saglam di girtîgeha Wanê de bi nexweşiya penceşêrê ketiye. Osman Başak diyar kir ku di dermankirina wî de îhmal û derengxistin hene û wiha axivî: “Di şexsê hevalê Tûncer de hemû cangoriyan bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Haya saziyên me jê hebû û me hewl dida da ku bê dermankirin, lê dermankirina wî hate îhmalkirin. Nêzikê 2 meh û nîvan nexweşxaneya Wanê de ma û wê derê gotin ‘me tu teşhîs ne daniye’ lê dizanîn penceşêr bû. Piştre şandine Enqereyê lê wê derê jî nehat dermankirin û jiyana xwe ji dest da. Bavê hevalê Tûncer jê re dibêje ‘kurê min tiştekî em bikin hebe em ji bo te bikin’ û hevalê Tûncer jî dibêje; ‘na bavo rêya ez tê de me rêyekî pîroz e, ne rêyekî şermê ye, ez vê rêyê de bûm û ez ê vê rêyê de bigihîjim şehadetê, bila serê we bi min bilind be.’ Em jî dibêjin şehîd namirin.”
‘Divê em bi têkoşînê gav bi dewletê bidin avêtin’
Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrt sersaxî ji bo malbatê xwest û anî ziman ku wê gelê Kurd armanca şehîdan pêk bîne û wiha got: “Niha bi hezaran hevalên me wekî hevalê Tûncer di girtîgehan de nexweş in û nayên tehliyekirin. Ji ber nêzikbûna dewletê hevalên me şehîd dikevin. Mixabin dewletê hê jî gav neavêtiye ji bo van hevalên me. Divê em bi têkoşîna xwe dewletê mecbûr bikin da ku gav biavêje.”
‘Em dengê girtîgehan bigihînin her derî’
Pismamê Tûncer Saglam, Ercan Saglam jî anî ziman ku ew roja Tûncer Saglam birine nexweşxanê heta şehadeta wî li gel bûye û wiha pê de çû: “Hevalê Tûncer pêş çavên min roj bi roj diheliya. Wexta min rûyê wî mêze dikir, hemû girtiyên azadiyê yên nexweş dihat ber çavên min. Banga min ew e ku hewce ye em raya giştî hişyar bikin, dengê girtîgehan bigihînin her derê û ji vir şûnde nehêlin tu hevalên me di girtîgehan de şehîd bikevin. Em ne tenê hevalê Tûncer difikirin, em hemû hevalên di nav çar dîwaran de difikirin.”
Piştî axaftinan mewlûd bi duayan bi dawî bû.





















