Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku berdana girtiyê 30 sal Zubeyîr Îdem 6 mehan hatiye dirêjkirin. Beriya niha jî 2 caran berdana Zubeyîr Îdem hatibû dirêjkirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku wan ji saziyên berpirs hîn bûne ku berdana girtiyê 30 salan Zubeyîr Îdem ku li girtîgeha Gîresûnê ragirtiye, 6 mehan hatiye dirêjkirin. Her wiha Newroz Uysal Aslan diyar kir ku beriya niha jî 2 caran berdana Zubeyîr Îdem hatiye dirêjkirin.
Newroz Uysal Aslan bertek nîşanî dirêjkirina berdana Zubeyîr Îdem da û wiha got: “Berdana girtiyekî ku înfaza wî qediyaye dê heta kengî ji hêla Rêveberiya Çavderiyê ya Girtîgehê ve bê astengkirin. Di vê pêvajoya aştiyê de rêya diçe azadiyê kî bi kîjan hiqûqê digire? Biryarên kêyfî yên xespkirina azadiyê provakasyon e. Hinceta astengkirina berdana Zubeyîr Îdem aşkera bikin û demildest dawî li vê bê hiqûqiyê bînin.”













