• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
11 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Neberdana girtiyên nexweş li dijî pêvajoyê ye’

    ‘Neberdana girtiyên nexweş li dijî pêvajoyê ye’

    Berdana Zubeyîr Îdem ê 30 sal in girtî ye dîsa hate dirêjkirin

    Berdana Zubeyîr Îdem ê 30 sal in girtî ye dîsa hate dirêjkirin

    Hejmara kesên di teqîna HABAŞê de jiyana xwe ji dest dan derket 19an

    Hejmara kesên di teqîna HABAŞê de jiyana xwe ji dest dan derket 19an

    ‘Girtiyê nexweş dimirin, divê tavilê werin berdan’

    ‘Girtiyê nexweş dimirin, divê tavilê werin berdan’

    Numan Kurtulmuş serdana DEM Partiyê kir

    Numan Kurtulmuş serdana DEM Partiyê kir

    Xwest muameleya xirab li dijî girtî Mehmet Huseyîn Meral bê lêkolînkirin

    Xwest muameleya xirab li dijî girtî Mehmet Huseyîn Meral bê lêkolînkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Îzmîr / AW

11 MIJDAR 2026 - 14:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
EGE-TUHAYDERê li pêşiya Edliyeya Îzmîrê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir ku di girtîgehan de bi hezaran nexweş hene. Di daxuyaniyê de mirina Tûncer Saglam hate bibîrxistin û hat xwestin ku hemû girtiyên nexweş û siyasî demildest bên berdan.

EGE-TUHAYDERê li pêşiya Edliyeya Bayrakliyê ya Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş werin berdan daxuyanî da Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Avakarê aştiyê li Îmraliyê ye, “Ji girtiyên siyasî re azadî” hatin berzkirin û wêneyên kesên ku di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin, Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên maf û hiqûqê û gelek kes li cihê daxuyaniyê amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka EGE-TUHAYDERê Ayfer Yildirim ve hate xwendin.

‘Divê berpirs bên lêkolîn kirin’

Ayfer Yildirim bi bîr xist ku Tûncer Saglam ê di 21ê Nîsana 2025an de hatiye girtin û li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê girtî bûye, ji ber îhmalkariyê jiyana xwe ji dest daye û wiha got: “Tûncer Saglam ê ku bi mehan e li ber nexweşiyên giran têkoşiya û rewşa wî ya tenduristiyê her ku çûye xirabtir bûye, tevî ku gumana penceşêra pankreasê hebûye jî bi hinceta ‘teşhîs nehatiye kirin’ nehatiye berdan. Divê ev pêvajoya ku Tûncer Saglam ber bi mirinê ve biriye, berpirsiyariyên rêveberiya girtîgehê, mercên dadgeriyê û saziyên tenduristiyê bêne lêkolînkirin.“

‘Mafê tedawiyê tê astengkirin’

Ayfer Yildirim da zanîn ku Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Jinan a Tîpa Fyê ya Sincanê, înfaza girtiya nexweş Pinar Tîkîtê cara duyemîn taloq kiriye û got: “Cezayê ku ji aliyê dadgehê ve hatiye dayîn di 22yê Kanûnê de qediya ye, ewilî 3 mehan û pişt re jî 6 mehan cezayê wê hatiye taloqkirin. Pinar Tikit a ku kîstê araknoyîd di mejiyê wê de heye, li şert û mercên girtîgehê dermankirina wê nayê kirin”

Ayfer Yildirim bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Evîn Zapsûyê û wiha pê de çû: “Evîn Zapsû ya ku li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê tê girtin, 10 sal in girtî ye. Ji ber êşên giran li nexweşxaneya ku rakirine bi şika penceşêrê biyopsî kirin e.”

‘Divê hemû girtiyên siyasî bighîjin azadiya xwe’

Ayfer Yildirim destnîşan kir ku girtiyên nexweş ên giran divê tavilê bên berdan û gotinên xwe bi vî rengî qedand: “Em ji pêvajoyekê derbas dibin ku li Tirkiyeyê aştiya civakî û demokratîkbûn tê nîqaşkirin û rêziknameyên nû yên têkildarî hiqûqa înfazê tên rojevê. Lê belê rejîma înfazê ya ku temenê jiyana girtiyên nexweş lê nayê parastin û serlêdanên berdanê bêbersiv tên hiştin, bi îddîaya aştiya civakî û demokratîkbûnê re nayê gel hev. Aştî û hiqûq divê li ber deriyê girtîgehên bi dawî nebe. Weke EGE TUHAYDERê; li gorî daneyên me, di girtîgehan de bi hezaran girtiyên nexweş hene. Binpêkirina mafê gihandina tenduristiyê, neberdana nexweşên giran û hiştina wan a li hucreyên yekkesî nayê qebûlkirin. Girtîgeh veguherîne cihên ku cezayê îdamê bi awayekî fiîlî li girtiyên nexweş tê birîn! Em careke din bang li Wezareta Dadê dikin; divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan! Em dixwazin ji bo girtiyên nexweş ên giran karibin jiyana xwe bidomînin derfet bê dayîn, hemû girtiyên siyasî di zûtirîn demê de ji saziyên tenduristiyê yên pêwîst sûd werbigirin û bigihin azadiya xwe.”

‘Em aştî û demokrasiyê dixwazin’

Parlamenterê DEM Partiyê Îbrahîm Akin jî di axaftina xwe de wiha got: “Berpirsiyariya welatiyên me yên di girtîgehan de li ser milê hikûmeta heyî yanî li ser rejîmê ye. Lê belê em dixwazin vê bêjin ku demokrasiya welatekî, hiqûqa wê, di çi rejîmê de ye, bi awayê tevgerîna li hemberî welatiyên di girtîgehên de diyar dibe. Mixabin welatê me di nav şert û mercên jiyanê yên herî paşvemayî û di heman demê de herî antîdemokratîk ye. Em dixwazin hevalên me yên di girtîgehê de di zûtirîn demê de bên berdan. Em aştî dixwazin, em aştî û demokrasiyê dixwazin û em dixwazin ku qanûna ku ji parlamentoyê derbas bûye di zûtirîn demê de bikeve meriyetê. Di pêvajoya pêş de heke hûn li vî welatî demokrasî û aştiyê dixwazin, qanûna ku ji parlamentoyê derbas bûye di zûtirîn demê de bixin meriyetê û êdî sebra gelê me neqedînin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: EGE TUHAY-DERgirtiyên nexweş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Neberdana girtiyên nexweş li dijî pêvajoyê ye’

‘Neberdana girtiyên nexweş li dijî pêvajoyê ye’

11 MIJDAR 2026
Li Semsûrê bang kirin: Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan

Li Semsûrê bang kirin: Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan

11 MIJDAR 2026
Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

10 MIJDAR 2026
Girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da

7 MIJDAR 2026
Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

6 MIJDAR 2026
Ji Îzmîrê banga ji bo girtiyan: Girtiyên nexweş berdin û dawî li taloqkirina înfazê bînin

Ji Îzmîrê banga ji bo girtiyan: Girtiyên nexweş berdin û dawî li taloqkirina înfazê bînin

26 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mêşvan: Hingivê herî xweş ê di nav xilêfkê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kurd nerazîbûn nîşanî parvekirina Galatasarayê didin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Hunermend Mehmet Afşar: Stranên Kurdî rastiya xwe ji bingeha civaka Kurdan digirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Girtiyê siyasî Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Helbestvan Mueyed Teyîb: Rewşenbîr dikarin hişmendiya aştiyê ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne