Parlamenter Newroz Ûysal Aslan derbarê 6 nûçeyên ajansa me ên bi sernava, ‘Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê’ hatiye weşandin, pêşniyarpirs dan wezaretên têkildarî mijaran.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan derbarê 6 nûçeyên ajansa me yên ku bi sernava ‘Dek û dolabên rêveberên AKPê yên Şirnexê’ hatine weşandan de 6 pêşniyarpirs dan wezaretên têkildar. Newroz Ûysal Aslan derbarê nûçeya ajansa me ya li ser Serokê AKPê yê Şirnexê Halîl Îbrahîm Erkan ku bi sernivîsa ‘Serokê AKPê 750 milyon lîre pereyê esnafan xwariye’ hatiye weşandin de ji bo bersivê bide pêşniyarpirs da Alîkarê Serokomariya Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz. Newroz Ûysal Aslan di pêşniyarpirsê qala îhale, projeyên bi hîbe, çek û senedên Halîl Îbrahîm Erkan kir û xwest pirsên derbarê bazirganiya Halîl Îbrahîm Erkan de werin bersivandin.
Newroz Ûysal Aslan derbarê nûçeya ajansa me ya bi sernava ‘Şaredarê AKPî hem xapand hem da girtin’ derbarê Şaredarê Bajaroka Hîlalê Cevher Benek de pêşniyarpirs da Wezîrê Edaletê Akin Gurlek. Newroz Ûysal Aslan di pêşniyarpirsê de xwest ku Wezaretê Edaletê Akin Gurlek bersiv bide şêwazê girtina Reşît Gungor.
Newroz Ûysal Aslan derbarê nûçeya me ya bi sernavê ‘Bi pereye dewletê otel çêkir û bi 95 milyonan firot dewletê’ de pêşniyarpirs da Wezareta Perwerdeyê û xwest Wezîrê Peywerdeyê Yûsûf Tekîn bersiv bide ka bi çi rêbaz û qanûnan şaredarê berê yê Elkê Habîb Aşan bi pereyê dewletê otel çêkiriye û cardin firotiye dewletê.
Newroz Ûysal Aslan derbarê nûçeya me ya li ser Serokê Navçeya Navendî yê Şirnexê Rahmet Taşar de pêşniyarpirs da Wezareta Daristan û Çandiniyê. Newroz Ûysal Aslan xwest ku Wezîrê Daristan û Çandiniyê Îbrahîm Yûmakli bersiva çêkirina govên sewalkariyê yên Rahmet Taşar bide, Newroz Ûysal Aslan her wiha xwest ku Îbrahîm Yûmakli bersiva xapandina welatiyê bi navê Cebar Geylanî ya ji aliyê Rahmet Taşar ve jî bide.
Newroz Ûysal Aslan li ser belgeyên sexte yên Namzetê AKPê yê Şaredariya Cizîrê Omer Yildiz ku bi belgeyên sexte milyonan pere ji dewletê stendine pêşniyarpirs da Wezareta Karên Hundirîn. Newroz Ûysal Aslan ji Wezîrê Karên Hundirîn Mûstafa Çîftçî xwest ku bersiv bide ka derbarê kesên alîkarî dane Omer Yildiz de lêpirsîn û lêkolînek hatiye destpêkirin an na.
Her wiha Newroz Ûysal Aslan derbarê nûçeya ajansa me ya bi sernava ‘Halîl Îbrahîm Erkan û hevalên wî hewl didin bi zeviyên dewletê deynê xwe bidin’ pêşniyarpirs da Wezareta Parastinê. Newroz Ûysal Aslan xwest Wezîrê Parastinê Yaşan Guler bersiv bide firotina zeviyên Tabûra Tangan a Cizîrê û zeviyên li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê.













