• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
17 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Ganî Rayberê şarê kurdan azad bibo û bi azadîye sîyaset bikero’

    Omer Hayrî Konar: Azadî nayê dayîn, tê bidestxistin

    Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

    Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 17ê COTMEHA 2026an

    Înîsiyatîfa Demokratîk a Êlihê: Em dixwazin sibê her kes bi me re be

    Înîsiyatîfa Demokratîk a Êlihê: Em dixwazin sibê her kes bi me re be

    Rêveberên Egîtîm Senê di serdana dibistanê de hatin binçavkirin

    Rêveberên Egîtîm Senê di serdana dibistanê de hatin binçavkirin

    Instagrama Yenî Yaşamê hate astengkirin û TîkTok jî hate girtin

    Instagrama Yenî Yaşamê hate astengkirin û TîkTok jî hate girtin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Ganî Rayberê şarê kurdan azad bibo û bi azadîye sîyaset bikero’

    Omer Hayrî Konar: Azadî nayê dayîn, tê bidestxistin

    Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

    Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 17ê COTMEHA 2026an

    Înîsiyatîfa Demokratîk a Êlihê: Em dixwazin sibê her kes bi me re be

    Înîsiyatîfa Demokratîk a Êlihê: Em dixwazin sibê her kes bi me re be

    Rêveberên Egîtîm Senê di serdana dibistanê de hatin binçavkirin

    Rêveberên Egîtîm Senê di serdana dibistanê de hatin binçavkirin

    Instagrama Yenî Yaşamê hate astengkirin û TîkTok jî hate girtin

    Instagrama Yenî Yaşamê hate astengkirin û TîkTok jî hate girtin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

Mahmût Altintaş / AW

17 COTMEH 2026 - 11:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Rojnameger Amed Dîcle ku tev li 20emîn Konferansa Kurd a li Parlamentoya Ewropayê bû diyar kir ku mijara sereke ya konferansê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû û wiha got: “Dîplomasî û saziyên Kurd jî hewl didin ku saziyên fermî û yên nefermî û bi hemû hêza xwe di nav pêvajoyê de cih bigirin. Saziyên Kurdan dixwazin ku Yekîtiya Ewropayê pêvajoya li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hembêz bike û ji bo pêvajoyê bi rola xwe rabe.”

Komîsyona Welatiyan a Tirkiye Ewropayê (EUTCC) 20emîn Konferansa Kurd a li Parlamentoya Ewropayê bi sernavê, “Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” di 14 û 15ê Cotmehê de li Buruksela paytexta Belçîkayê li dar xist. Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Gel a Sûriyeyê Îlham Ehmed, endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, rojnameger, aktivîst, siyasetmedarên Kurd, akademîsyen, hiqûqnas, Koma Çepgir, (The Left), Tifaqa Azadiya Ewropa (Greens/EFA), Tifaqa Sosyalîst û Demokratan tev li konferansê bûn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî li Girava Îmraliyê peyam ji konferansê re şand û girîngiya karên enternasyonal destnîşan kiribû.

Konferans 2 rojan berdewam kir û bi encamname û peşniyaran ve bi dawî bû. Di konferansê de bi giştî 20 pêşniyar hatin kirin û di pêşniyaran de ji bo pêşxistina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket pêş. Rojnameger Amed Dîcle jî weke axêver tev li konferansê bûbû, çavderî û girîngiya konferansê ji Ajansa Welat (AW) re nirxand.

Amed Dîcle

‘Îsal li gorî salên borî beşdariyeke xurttir hebû’

Amed Dîcle derbarê konferansê de anî ziman ku ji sala 2004an vir ve li parlamentoya Ewropa her sal tê lidarxistin û wiha got: “Konferans 2 salan ji ber pêvajoya koronayê pêk nehat. Her sal li gorî konjuktora wê demê beşdariya konferansê jî dihat dîzaynkirin. Ez tev li konferansa yekemîn jî bûbûm. Di konferansa yekemîn de mijar zêdetir endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê bû. Wê demê dîplomasiya Kurdan digot, ji bo Tirkiye tev li Yekîtiya Ewropayê bibe divê pirsgirêka Kurd çareser bike. 20 sal in navê konferansê jî heman e lê di bin vê sernavê de li gorî rewşa siyasî û konkuktor mijarên cuda cuda tên axaftin. Îsal li gorî salên bihûrî beşdariyeke xurttir hebû. Raportorê Parlamentoya Ewropayê yê Tirkiyeyê jî hat konferansê û qala hevdîtinên xwe yên bi rêyedarên AKPê re kir. Ji Parlamentoya Ewropayê û ji partiyên Tirkiyeyê jî beşdariyeke xurt hebû.”

Peyama Rêberê Gelê Kurd ji konferansê re

Amed Dîcle bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji konferansê re şandibû û ev yek anî ziman: “Peyamên Rêber Apo ji aliyê Ewropayê ve jî ji nêz ve tê şopandin. Yekîtiya Ewropayê berê ji bo şerê li Kurdistanê bidome piştgiriya Tirkiyeyê kir. Lê Yekîtiya Ewropa gelek caran piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk destnîşan kir. Lê ev piştgirî heta niha nebûyê siyasetek an polîtikayek. Me jî ev yek li wir anî ziman. Em weke Kurd dixwazin fêm bikin ku Yekîtiya Ewropayê piştgiriya vê pêvajoyê dike an na. Duh raportorê parlamentoyê got ku ew piştgiriya pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk dikin. Her wiha wî got ku tişta birêz Ocalan kiriye tişta herî aqilan e bû. Lê raportor bi lêv kir ku Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ji bo pêvajo hê xirabtir nebe naxwaze bikeve nava meseleyê. Peyama Rêber Apo jî bi kêfxweşî pêşwazî kir. Di sala 1999an de Yekîtiya Ewropayê gotibû hemû deriyên Ewropa jê re girtî ne. Dema Rêber Apo ji bo çareseriyê berê xwe da Ewropayê jî ew ji Ewropayê derxistin û radestî Tirkiyeyê kirin. Heke wê demê dewletên Ewropî deriyê xwe ji Rêber Apo re vekirina û ew komplo pêk nehata ev pirsgirêka ku hê em qala wê dikin dê bihata çareserkirin. Ji bo wê jî heke em qala neçareseriyeke pirsgirêkê dikin di vir de rola Ewropa jî heye. Rêber Apo jî ev yek careke din bi bîra Ewropiyan xist. Lê divê êdî dersek ji vê derxînin.”

‘Ji bo Ewropa jî bibe parçeyek pozîtîf yê vê pêvajoyê hewldan hene’

Amed Dîcle destnîşan kir ku pêşniyarên di konferansê de hatine kirin ji aliyê saziya konferansê organîze kiriye ve dê were raporkirin û ji hemû saziyên Ewropayê re bê şandin û ev yek anî ziman: “Ew tenê pêşniyar in. Bi van pêşniyaran nîşan didin ku Kurd çi difikirin. Li ser van pêşniyaran dîplomasiyek jî tê kirin. Ji bo Ewropa jî bibe parçeyek pozîtîf yê vê pêvajoyê hewldan hene. Di serdemeke ku pêvajoyeke wiha girîng tê birêvebirin de, lidarxistina vê konferansê girîng bû. Ez hêvî dikim di demên pêş de li Ewropayê ji bo pêvajoyê înîsiyatîfeke fermî çêbibe. Bi vê yekê hin saziyên Ewropî jî tev li vê pêvajoyê bibin.”

‘Yekîtiya Ewropa hê ev pêvajo hembêz nekiriyê’

Amed Dîcle bi lêv kir ku di konferansê de herî zede li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin hatin kirin û wiha axivî: “Ew pêvajo dê bandoreke çawa li ser herêmê bike, rewşa Iraqê, Îranê û Sûriyeyê jî bi vê pêvajoyê ve hat girêdan. Rewşa nedemokratîkbûyina Tirkiyeyê û zextên li ser muxalefeta Tirkiyeyê jî bi vê pêvajoyê ve hat girêdan. Ev yek tê vê wateyê; serkêftina vê pêvajoyê dê ji van hemû pirsgirêkan re bibe derman. Hin rexne jî hebûn. Rexneyên ku pêvajo nayê civakîkirin hebûn û hewldanên ji bo vê jî hatin bibîrxistin. Lê zêdetir li dijî hikûmeta AKPê rexne hatin kirin. Yekîtiya Ewropa hê ev pêvajo hembêz nekiriye. Yanî Tirkiye ji wan xwestiye zêde nekevin nava meseleyê an ew bi xwe naxwazin nizanim. Lê rola ku Yekîtiya Ewropayê divê di vê pêvajoyê de rabûya heta niha pêk neaniye. Dîplomasî û saziyên Kurd jî hewl didin ku saziyên fermî û yên ne fermî û bi hemû hêza xwe bikevin nava pêvajoyê. Heke piştgiriya pêvajoyê nekin jî lê bila dijberiya pêvajoyê nekin. Ji ber ku heke Yekîtiya Ewropa li dijî pêvajoyê derkeve ev dibe astengiyeke mezin. Yanî divê em rola wan biçûk nebînin.”

Amed Dîcle diyar kir ku pêvajoya Rojava jî yek ji mijara konferansê bû û di konferansê de ji bo Rojava û Sûriyeyê jî hat destnîşankirin ku heta pêvajoya Aştî û Civaka Demokratî nekeve merhaleyek girîng pirsgirêka li Rojava jî çareser nabe.

Etîket: Abdullah OcalanAmed Dîcleonferansa Kurd a li Parlamentoya EwropayêPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkYekîtiya Ewropayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan: Siyaseta gelparêz rêya têkoşîna demokratîk nîşan dide

Abdullah Ocalan: Divê Jineolojî bibe bingeha zanistî û birdoziyê

16 COTMEH 2026
Westrheim: Pêvajo firsendê pêşkêş dikeLeyla Zana: Divê birêz Ocalan dikaribe bi gelê xwe re rabe

Westrheim: Pêvajo firsendê pêşkêş dike
Leyla Zana: Divê birêz Ocalan dikaribe bi gelê xwe re rabe

15 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Karên Enternasyonel dikare demokrasî û sosyalîzmê bide destpêkirin

Abdullah Ocalan: Karên Enternasyonel dikare demokrasî û sosyalîzmê bide destpêkirin

15 COTMEH 2026
Bayram Bozyel: Bêyî yekîtiyê kes nikare bi ser bikeve

Bayram Bozyel: Bêyî yekîtiyê kes nikare bi ser bikeve

15 COTMEH 2026
Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin

Tevî pêvajoyê jî mafên girtiyan tên binpêkirin

14 COTMEH 2026
Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

13 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê hate damezrandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat çand û nasnameyê diparêze

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bakirhan, Ebdî û Îlham Ehmed li Hewlêrê ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne