Li navçeya Bornova ya Îzmîrê, rêveberên Egîtîm Senê yên ku çûbûn serdana dibistanekê hatin binçavkirin. Du rêveber bi cezayê pereyan hatin berdan, cîgirê midûriyeta dibistanê sewqî dozgeriyê hat kirin.
Rêveberên Şaxa 4emîn a Egîtîm Senê ku çûn serdana dibistaneke li Bornova ya Îzmîrê piştî kontrola nasnameyê ya bekçiyê dibistanê hatin binçavkirin. Rêveberiya Bajêr a sendîkayê bertek nîşanî bûyerê da û diyar kir ku astengî li pêşiya çalakiyên sendîkayî tên danîn.
Li gorî daxuyaniya sendîkayê, rêveberên şaxê di dema serdana dibistanê de rastî kontrola nasnameyê ya bekçiyê dibistanê hatine. Cîgirê midûriyeta dibistanê diyar kiriye ku ew rêveberên sendîkayê ne û rêveberiya dibistanê ji serdana wan agahdar e. Tevî ku cîgirê midûriyeta dibistanê gotiye rêveber mêvanên wan in jî bekçî telefonî polîsan kiriye.
Cîgirê midûriyeta dibistanê sewqî serdozgeriyê kirin
Piştî bûyerê du rêveberên sendîkayê û cîgirê mûdiriyetê hatine binçavkirin. Li gorî agahiyên ku sendîkayê dan, du rêveber bi cezayê pereyan ji qereqolê hatine berdan û cîgirê midûriyeta dibistanê jî sewqî dozgeriyê hatiye kirin.













