Êlih – Endamên Sekreteryaya Înîisyatîfa Yekîtiya Demokratîk Songul Korkmaz û Hatîce Tay Yuksel têkildarî civîna ku ew ê sibê bê lidarxistin bang li welatiyên Êlihê kirin û gotin: “Kesên ku dikaribin ji van pirsgirêkan re bibin bersiv, em dixwazin sibê me re bin. Sibê em ê li Eywana Dawetê ya Rozayê di saet di 11an de bên cem hev.”
Înîisyatîfa Yekîtiya Demokratîk dê têkildarî kuştanên jinan, fihûşê, tiryakê, madeyên hişbirê û gelek pirsgirêkên civakî dê sibê saet di navbera 11:00-17:00an de bi dirûşmeya “Bi hişmendiya yekîtiya neteweyî, em ji bo pirsgirêkên civakê tên ba hev” li Eywana Dawetê ya Rozayê ya li taxa Pazaryeriyê ya Êlihê civîna gel li dar bixe.
Endamên Sekreteryaya Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Songul Korkmaz û Hatîce Tay Yuksel têkildarî civîna ku wê sibê bê lidarxistin de bang kirin û xwestin ku ji her beşên civakê beşdarî çêbibe.
‘Kesên pirsgirêkan çareser dikin, em dixwazin bi me re bin’
Songul Korkmaz anî ziman ku li gelek bajarên Kurdistanê her roj pirsgirêkên civakî diqewimin û got ku dema ew li nava civakê digerin her kes ji pirsgirêkên heyî bi gazinc e û wiha axivî: “Ji ber ku çareseriyek jê re nayê dîtin her kes bêdeng dimîne. Ji bo ku pirsgirêkên civakî bên çareserkirin em ê 17ê mehê weke Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi gelê xwe re civînek li dar bixin. Di nava civakê de kuştin, fihûş, tiryak, tacîz, kuştinên jinan bên nîqaşkirin. Pirsgirêkên ku wijdana civakê li ser diêşê, em ê li ser van pirsgirêkan di civîna sibê bisekinin. Em ê bi hemû saziyên sivîl ên demokratîk, şexsiyet, rûsipî, alim û bi gelek beşên civakê re bên gel hev. Kesên ku dikaribin ji van pirsgirêkan re bibin bersiv, em dixwazin sibê me re bin. Da ku em çareseriyek ji van derdan re bibînin. Em saet di navbera 11:00-17:00an de li benda gelê xwe ne.”
‘Em dixwazin civakeke exlaqî û polîtîk ava bibe’
Hatîce Tay Yuksel jî diyar ku dema ew di nava civakê de digerin gelek caran bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin û got: “Di van demên dawî de kuştin zêde bûne. Bi vê yekê re tiryak, fihûş, madeyên hişbirê û gelek tiştên nebaş jî zêde bûne. Bi teybetî jî ev yek bandorê li ser ciwanan dike û nikarin xwe jê dûr bixin. Her roja ku em di nûçeyan de kuştinên jinan nebihêzin tune ye. Çima ew qas di nava civakê de van kiryarên qirêj zêde bûne? Em dixwazin li ser wan bisekinin. Em dixwazin van tiştên ku diqewimin bên nîqaşkirin. Ji bo ku van pirsgirêkan bên rawestandin û ji bo civakeke azad, em di demên pêş de çêbikin, em ê bi hev re nîqaş bikin. Em dixwazin civakeke exlaqî û polîtîk ava bibe. Sibê em ê bên cem hev. Em ê hemû pirsgirêkan deynin sar maseyê û tespit û nîqaşên xwe bikin.”















