Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek şand Konferansa Jineolojiyê ya li Ewropayê û wiha got: “Bila ev konferans li gel rabirdûyê, her wiha siberoja jineolojiyê binirxîne. Hebûna jinan rast pênase bike. Aghiya jiyana azad mezin bike. Projeya min a nîvco maye, bi hêza van nîqaşan wê temam bibe. Baweriya min a bi we re tam e.”
Li Holandayê Konferansa Jineolojiyê ya li Ewropayê tê lidarxistin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji bo konferansê şand û ev peyam di konferansê de hate xwendin.
Peyama Abdullah Ocalan bi vî rengî ye:
“Hevrêyên hêja;
Ragirên hişmendî û kedê ya Jineolojî, avakerên jiyana azad. Lêgerîneke min heye ku ji zarokatiyê ve di dilê min de ye; dîtina hebûna azad a jinan û afirandina qadeke hêjayî wan. Ew lêgerîn ji nav lîstokan girtina hevalên min re û bi çûyîna xwişka min bi kîsekî savarê re kûrtir bû. Di berxwedana bêdeng a jinên gund û bilindbûna vê ya di asta xwedawendan de, min dît ku rizgarî gengaz e; ez jî li pey vê baweriyê beziyam. Min her tim şopên wan şopand. Ji ber min dizanî ku, birîna herî kûr ya civakê, kolekirina jinan bû. Beyî ku ew were fêm kirin ne azadî, ne wekhevî ne jî demokrasiyekê rasteqîne gengaz bû.
Dema min Jineolojî danî holê, armanca min ne tenê hilberîna têgînekê bû. Bi rastiya wê ya dîrokî û civakî hebûna jinê ji nû ve pênasekirin, wê ji tişte bûnê derxistin û kirina kirde, karê me yê herî jiyanî ya wê ji dîrokê re bimîne bû. Min xwest zanatiya xwedawandan ku şaristaniya mêrsalar bi hezaran salane ser vê nixumandiye û şêwaza jiyana bi nîvenda jinê ya serdema Neolîtîkê, ji nû ve derxim ser rûyê erdê. Xencera di pişta civakê de kolebûna jinê bû, bêyî ku ew xencer were derxistin, ti pirsgirêk nedikarî were çareser kirin. Jineolojî weke zanistekê vê xencerê pênase dike, ji cihê wê derdixîne û diavêje û şûna vê zanîna jiyana azad diafirîne.
Heta îro kedên ku bi navê Jineolojî hate dayîn, tiştên hatin nivîsandin, nîqaş kirin û rêxistinkirin da nîşandan ku ew zanist di heman demê de şêwazeke jiyanê ye. Ji bo perspektîfa jinê weke behnekê, henaseyekê bû. Nasnameya jinê ji hêmanên zayendperest paqij kirin, qadeke raman û çalakiyê ya aydî xwe afirandin, deyn û peywirê herî jiyanî ya ji bo dîroka mirovahiyê re were hiştin bû. Ew bûn qada herî bingehîn a mijûlbûn û têkoşînê ya Jineolojiyê ye. Diyarkirina, ‘Mirov jin nayê dinê, piştre dibe jin’ girîng e. Lê ew hebûn pêwiste ne di sînorên mêr disepîne de, bi hêza cewherî ya jinan pêk were. Ji ber vê yekê me got, pêwiste her jineke bibe xwediyê odeyeke aydî xwe, dengê xwe û zanîna xwe.
Weke mêrekî di vê pêvajoyê de min xwe her tim ji lêpirsînan derbas kir û nû kir. Me ji vê re jî wateyeke bar kir, me hedef kir ku ji mêrtiya serwer a sedan salan bi veguherînê rizgar bibin. Min got rêgeza bingehîn a sosyalîzmê azadiya jinê ye. Ji ber ku pîvana sosyalîstbûna rast a mêrekî, bi jinê re avakirina jiyana rast, wekhev û azad e. Di gelek azmûnên sosyalîst ên cîhanê de, ew rêgez kêm ma. Ew kêmasî hişt ku şoreş nîvco bimînin. Min hewl da vê kêmasiyê derbas bikim, bibim hêjayî xwedawendan. Veguherandina mêr û wî bi jinê re azad kirin, ji bo min bû peywireke jêneger.
Îro li pêşiya me pêvajoyeke nû heye. Bi qasî ku lêgerîna aştî û demokrasiyê, pêvajoyeke muzakereya siyasî ye, ewqas jî pêvajoyeke civakî ya ji nû ve avakirinê ye.
Jin wê pêşengiyê ji vê înşayê re bikin. Ji ber ku ji niviyê zêdetir gavên girîng ku heta îro hatiye bidest xistin, bi ked, berxwedan û aqlê jinan pêk hatiye. Ji îro û pê ve jî wê wisa bibe. Pêwîste jineolojî dewam bibe bingeha zanistî û birdozî ya vê pêşengtiyê.
Her kêliya ku hûn pêwistî bibînin ez ê bi we re bim, bi we re bifikirim û hilberînim. Ji ber ku ji bo min wateya jiyanê, di jiyana azad ya jinan de şênber dibe.
Bila ev konferans li gel rabirdûyê, her wiha siberoja jineolojiyê binirxîne. Hebûna jinan rast pênase bike. Agahiya jiyana azad mezin bike. Projeya min a nîvco maye, bi hêza van nîqaşan wê temam bibe. Heta talî bi we bawerim. Ji bîr nekin ku her tim bi we re me.
Bi bêrîkirin û hezkirina bê dawî.
Abdullah Ocalan
Îmrali”













