* Aktivîstê Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê Cemîl Aksû bal kişand ser karesata ku ji ber baranê li Stenbolê pêk hat û wiha got: “Bajarê kapîtalîst hilweşîna ekolojîk e. Park û daristanên Bakur ên di hundirê Stenbolê û li derdora wê de bi lez hatin wêrankirin. Bi gelek caran derxistina efûyên avahîsaziyê li Stenbolê, ku plansazî bi hêsanî li gorî berjewendiyên rantê dihatin guhertin. Ev yek jî bingeha karesatan ava kir.”
* Hevserokê Şaxa SESê ya Amedê Mehmet Nûr Ûlûs derbarê binpêkirina mafê nexweşan û pirsgirêkên li nexweşxaneyan de axivî û wiha got: “Hem Wezîrê Tenduristiyê hem jî Midûriyeta Tenduristiyê ya Amedê rasterast berpirsiyar in û divê lezgînî gavên pêwîst biavêjin”
* Li Wanê dikandarên ku cil û bergên Kurdî çêdikin dan zanîn ku ji ber ew bi dolaran qûmaş distînin biha ye û gotin: “Li cihê ku em ji bo cil û bergên Kurdî qûmaşê xwe ji Dûbaî, Çîn û Hîndistanê bixwazin, em bi xwe çêbikin wê kara me zêdetir bibe.”
* Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li Êlihê dê bi dirûşmeya “Bi hişmendiya yekîtiya neteweyî, em ji bo pirsgirêkên civakê tên cem hev” li Eywana Dawetê ya Rozayê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civîn li dar bixe. (11:00-17:00)
* Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih û Colemêrgê dê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam bikin. (12:00)
* Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1125emîn de çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixe. (12:00)
* Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Sumerbanka Kevn ya Konakê daxuyaniyê bide. (13:00)
* Bi pêşengtiya Platforma Şiyar Be dê li dijî hişbir û fihuşê li navçeya Farqînê ya Amedê meş bê lidarxistin (14:00)
* Amedspor dê di hefteya 8emîn a Lîga Superê de li Stada xwe bi Konyasporê re were pêşberî hev. (16:00)
* Koma Kolektîf Rîtmên Azad dê li Navenda Çandê ya Baharê (BKM) ya Êlihê konserek li dar bixe. (20:00)









