• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
16 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Înstagrama Yenî Yaşamê hate astengkirin û TîkTok jî hate girtin

    Înstagrama Yenî Yaşamê hate astengkirin û TîkTok jî hate girtin

    Keskîn Bayindir: Êdi em ji bo çareseriyê hêzek in

    Keskîn Bayindir: Êdi em ji bo çareseriyê hêzek in

    Cenazeyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan hate veşartin

    Cenazeyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan hate veşartin

    Rojnameger Bahadir Ozgur hate berdan

    Rojnameger Bahadir Ozgur hate berdan

    Li Stenbolê 4 kes di lehiyê de mirin û 3 kes jî winda ne

    Li Stenbolê 4 kes di lehiyê de mirin û 3 kes jî winda ne

    Di pêşniyara budçeya 2027an de para zêde ya ji bo faîz û çekan balê dikişîne

    Di pêşniyara budçeya 2027an de para zêde ya ji bo faîz û çekan balê dikişîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bedlîs / AW

16 COTMEH 2026 - 15:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Keskîn Bayindir ê ku di hevdîtina gel a li Tetwanê de axivî, bal kişand ser pêvajoya ku bi saya têkoşîna bi salan destpêkiriye û wiha got: “Êdî em ji bo çareseriyê hêzek in.”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya hevdîtinên gel ên bi dirûşma ‘Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin’ li navçeya Tetwan a Bedlîsê, bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiya. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir tev li hevdîtina ku li kargehekê hat lidarxistin bû. Li eywana ku hevdîtin lê pêk hat, pankarta “Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin” hat daliqandin.

Keskîn Bayindir di hevdîtinê de axivî û da zanîn ku ji pêvajoyeke girîng a aştiyê tê derbaskirin û pêvajoyên çareseriyê yên berê ku bi ser neketin bi bîr xist. Keskîn Bayindir bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de divê mirov tenê li benda dewletê nemîne, lê ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê hikûmet gavan biavêje. 2 sal in mirin û pevçûn nîn in, ev tiştekî bi qîmet e. Lê meseleya Kurd tenê ne ‘çekberdan’ e. Ev rêya çareseriya meseleya Kurd e. Gelê Kurd statuya xwe dixwaze, di destûrê de naskirinê dixwaze. Meseleya gelê Kurd ev e. 2 sal in em li her quncikekî welat behsa aştiyê dikin. Em dixwazin gotina aştiyê bi gel re biaxivin, fikrên gel û civakê bigirin.”

Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Pîşesazan a Bedlîsê Ayvaz Canevî jî da zanîn ku ew li pişt pêvajoyê ne û wekî rêxistinên sivîl ji bo pêvajoyê çi hewce bike ew ê bi cih bînin.

‘Li dijî zilmê serhildan heye’

Piştî hevdîtina bi rêxistinên sivîl re, li gundê Avêtax ê ser bi Tetwanê ve hevdîtina gel hat lidarxistin. Keskîn Bayindir li vir jî axivî û ev yek anî ziman: “Dîroka Kurdan û dîroka tevgera xwe em hemû dizanin û nîqaş dikin. Bi sedan sal in li dijî zilmê serhildan heye. Bi têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd û Rêber Apo li dijî înkarê têkoşînek hat dayîn. Di encama têkoşînê de hikûmet û dewletên herêmê Rêberê me kirin muxatab. Ev 2 sal in maseya muzakere û çareseriyê heye. Ev yek di encama hêza têkoşîna vê tevgerê û Rêber Apo de pêk hat. Êdî em ji bo çareseriyê hêzek in.”

Piştre welatiyên ku mafê axaftinê girtin diyar kirin ku baweriya wan bi Abdullah Ocalan tam e û teqez kirin ku divê desthilatdarî gav biavêje û ji bo pêşvebirina pêvajoyê hewl bide.

Hevdîtin wê li gundên Şîrînşas û Siwarê berdewam bikin.

Etîket: civîna gelDBPKeskîn BayindirPartiya Herêmên Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Berwarî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêk were divê partî jidil bixebitin

‘Xilasî û azadiya gelê Kurd di yekîtiya neteweyî de ye’

15 COTMEH 2026
Ji TJA û DBPê peyama 9ê Cotmehê: Azadiya Rêber Ocalan pêdîviyek dîrokî ye

Ji TJA û DBPê peyama 9ê Cotmehê: Azadiya Rêber Ocalan pêdîviyek dîrokî ye

9 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Keskîn Bayindir: Ocalan navê Kurdan di qanûnan de bi cih kir

Keskîn Bayindir: Ocalan navê Kurdan di qanûnan de bi cih kir

3 ÎLON 2026
‘Em ji bo aşitiyeke bi rûmet têdikoşin’

‘Em ji bo aşitiyeke bi rûmet têdikoşin’

30 TEBAX 2026
Ji DBPê ji bo meşa 1ê Îlonê bangawazî

Ji DBPê ji bo meşa 1ê Îlonê bangawazî

29 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê hate damezrandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat çand û nasnameyê diparêze

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bakirhan, Ebdî û Îlham Ehmed li Hewlêrê ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne