DBPê derbarê binçavkirina endamên HEVDENDIyê de daxuyanî da û got ku di pêvajoya nîqaşên çareseriya demokratîk tê axaftin de nayê qebûlkirin ku li ser tevgerên siyasî zext û pêkukiyên darazê pêk werin.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî operasyonên binçavkirinê yên li hember PSK, PDK-Bakur, PWK û Wejîn daxuyaniyek nivîskî weşand û bertek nîşanî binçavkirinan da.
Daxuyaniya DBPê wiha ye:
“Em operasyonên siyasî yên ku îro li dijî partiyên ku PSK, PDK-Bakur, PWK û Wejîn di nav de cih digrin, pêk hatin, bi fikar dişopînin. Fikr û raman çi dibe bila bibe, mafê her partî û tevgerên siyasî heye ku bi awayekî demokratîk têkoşîna xwe ya siyasî bidomîne. Di vî warî de her operasyonên siyasî di warê nirxên siyaseta demokratîk de rê li ber pirsgirêkên mezin vedike. Di pêvajoya ku niqaşên çareseriya demokratîk tên kirin de, em bi tu awayî qebûl nakin ku; partî û tevgerên siyasî di bin zext û pêkutiyên daraz û operasyonên siyasî bên girtin. Wek DBP em car din diyar dikin ku; çarenûsa pirsgirêkên siyasî û civakî divê ne bi operasyon, zext û pêkutiyan be. Divê, li ser esasên nirxên hiqûqa gerdûnî di qada siyaseta demokratîk de rêyên çareseriyê bên peydakirin.”













