* Endama Lijneya Rêveberiyê ya DÎSK Basin-İşê Îzel Sezer derbarê tayînkirina qeyimê ser Halk TVyê û sansurên li ser medyaya dîjîtal diyar kir ku divê ev rastî bê gotin ku her êrişeke li ser çapemeniyê, rasterast êrişeke li ser mafê gel e ku bigihîje rastiyê û got: “Pêkanîna danîna qeyim êdî bûye rêbazeke sansura sîstematîk.”
* Serokê PSKê Bayram Bozyel derbarê yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd de destnîşan kir ku çarenûsa her çar aliyên Kurdistanê girêdayî hev e û wiha got: “Kes bi serê xwe çi qas bi hêz be bila bibe, bêyî yekîtiyê nikare serbikeve. Ji ber ku mesele ne meseleya partiyekê ye, meseleya miletekî ye.”
* Rêveberê DBPê yê Wanê Mehmet Saît Karabiyik behsa girîngiya yekîtiya Kurdan kir û wiha got : “Li dijî polîtîkayên dewletên navneteweyî yekîtî gelek girîng e da ku tifaqa me were dîtin û xilasî û azadiya gelê Kurd di yekîtiya neteweyî de ye.”
* Li gor daneyên TUÎKê di sala 2025an de 20 hezar 818 kesan ji Wanê koç kirine û li gorî daneyan li Kurdistanê herî zêde xelkê Wanê ji bajarê xwe koç dike û berê xwe dide metropolan.










