* Endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Mîthat Sancar destnîşan kir ku di hevdîtina dawî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser qanûna çarçoveyî teqez kiriye ku divê gavên dualî û garantiya hiqûqî bi cih were û got ku ew di meha Cotmehê de li benda pêşketinên nû ne.
* Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat ku di 30yê Tîrmeha 2026an de ji bo ciwanan hat avakirin, li dijî polîtîkayen şerê teybet û hişbirê bi perwerdeyên çand, huner û ziman dest bi xebatên xwe kir. Endamê komeleyê Şahîn Akti bang li hemû ciwanên Wanê kir û wiha got: “Werin nasname û çanda xwe biparêzin.”
* Di deşta fireh û dirêj a li qûntara Kela Wanê de baxçê, zevî û bostan li cem hev rêz dibin. Di van zeviyan de her cure zerzewat tên çandin û firotin.
* Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, li dijî zêdebûna qetilkirina jinan dê li ber Edliyeya Amedê “Nobeda Jin, Edalet û Bîrê” bidomîne. (12:30)
* Şaredariya Farqînê û KASED dê li Parka Rindêxan a li Farqînê Hevdîtina Jinan, Ked, Çand û Hunerê li dar bixe. (19:30)










