Wan – Şêniyên gundên navçeya Şaxê ya Wanê derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de diyar kirin ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê di serî de azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê misogerkirin û girtiyên azadiyê werin berdan.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga xwe ya 27ê Sibata 2025an pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ da destpêkirin. Ji wê demê heta îro nêzîkî du sal derbas bûn, lê ji aliyê dewletê ve hê jî gavên şênber nehatine avêtin. Baweriya welatiyan a bi pêkhatina aştiyê jî her ku diçe kêm dibe. Sedema bêbaweriyê jî gavneavêtina dewletê tê dîtin. Şêniyên gundên bi ser navçeya Şaxê ya Wanê ve ji ajansa me re behsa hêvî û metirsiyên xwe yên li ser pêvajoya aştiyê kirin.
‘Baweriya me ya ji pêvajoyê girêdayî azadiya serokê me ye’
Şêniyê gundê Kaçîtê Cemal Tagman da zanîn ku divê statu û rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê diyarkirin û bigihîje azadiya xwe. Cemal Tangan bendewariyên xwe yên ji pêvajoyê jî anî ziman û wiha got: “Ez di destpêkê de sazkarê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan silav dikim, hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Manîfestoya 27ê sibatê bi hemû zelaliya xwe li holê ye. Gelê Kurd jî jê bawer e, em ji bo xwe wî rêber dibînin. Em dixwazin êdî pêvajo rast were meşandin, gavên şênber werin avêtin. Her wiha divê girtiyên siyasî werin berdan û siyaseta demokratîk were naskirin. Rojnameger û siyasetmedar divê bikarin biçin gel Rêberê Gelê Kurd. Eger ku miletekî ew ji bo xwe weke serok qebûl kiribe divê azad bibe. Ew rêberê bi milyonan Kurdan e. Baweriya me ya bi pêvajoyê girêdayî azadiya serokê me ye. Gelek kesan bawer nedikir ku wê Tevgera Azadiyê û Rêber Abdullah Ocalan van gavên dîrokî biavêje. Hewce ye êdî dewlet jî gavên rast biavêje.”

‘Ocalan rêberê me ye’
Cemal Tagman bal kişand ser têkiliya şer û qeyrana aborî û wiha got: “Li Kurdistanê koçberî gelek zêde bûye û sedema qeyrana aboriyê jî şer e. Eger ku pereyên ji şer re tên xerckirin ji bo gel werin veqetandin, koçberî jî namîne û her kes wê vegere li ser axa xwe. Divê em bereketa Kurdistanê li cîhanê bidin naskirin, li cihanê warekî wekî Kurdistanê bibereket tune ye. Bi mêş, hingiv û sewalên xwe ve, bi xwezaya xwe ve welatekî cuda ye. Daxwaza me ew e ku gelê me li ser axa xwe û li gundên xwe azad bijî.”
‘Em zimanê xwe dixwazin’
Emîne Semo ya ku li mezraya Sakê ya bi ser gundê Kaçîtê ve dijî, weke jineke Kurd xwest ku ev rewşa sekinandina şer bidome, aştiyeke mayînde pêk were. Emîne Semo hest û hêviyên xwe wiha anî ziman: “Bendewariyên min ên ji pêvajoyê di serî de biratî, aştî, azadiya Serok Apo û hatina gerîlayên serê çiyayan e. Girtiyên me yên di zindanan de bila werin berdan. Êdî kuştin bes e, bila dayik rondikan nebarînin û dilê wan neşewite. Em zimanê xwe, çand û hunera xwe ya Kurdî dixwazin. Em kuştin û koletiyê naxwazin.”

‘Çavên dayikên şehîdan jî li rêya wan e’
Nûriye Semo ya 65 salî jî acizbûna xwe ya li dijî nêzikbûna sist a dewletê anî ziman û behsa hêviyên xwe ji pêvajoya aştî û civaka demokratîk kir. Nuriye Semo ev yek anî ziman: “Em aşitiyê dixwazin û bila xweşî bikeve cîhanê. Ciwanên me bila bê xwedî neyên hiştin, em bi hev re jiyaneke xweş bimeşînin. Me li vê cihanê tiştek nekiriye, ji îza û zehmetiyê zêdetir me tiştek nedît. Em naxwazin zarokên me jî heman zehmetiyan bikşînin. Zindaniyên me jî bila werin berdan da ku kêfa me xweş bibe. Xwedê deriyê hefs û zindanan bide vekirin. Çavên dayikên şehîdan jî li rêya wan e.”

Banga vegera welat
Faysal Semo yê ku keyatiya Kaçîtê dike banga vegera gel a li welat kir û wiha axivî: “Em dixwazin jiyana xwe bi armanca têkoşîn û bîrdoziyeke baş bidomînin. Daxwaza me ji vê pêvajoyê lihevhatin û aştî ye. Bila aramî bikeve nav civakê, her kes bi zimanê xwe bijî, biaxive û têkoşîna xwe bide. Bila her kes çand û welatê xwe biparêze. Gelê me yê ku çuye derveyî welat bila vegerin welatê xwe. Gundê me gundekî xwedî xwezayeke xweş e, her tişt li vir xwezayî ye û bila kesên çûne vegere. Rewşa hevalên me yên di girtîgehan de ne baş e, hevalên me yên nexweş zehfin û nayên dermankirin. Divê hevalên me yên di girtîgehan de werin berdan.”

‘Pergal divê bingeha hiqûqî ava bike’
Şêniyê gundê Sûtkî Îkram Tûcî jî bal kişand ser helwesta gel a li hember pêvajoyê û bi bîr xist ku lihevhatin û aşitî du alî dibe. Îkram Tûcî da zanîn ku heke nêzikatîya dewletê jidil nebe, baweriya gel jî nabe û wiha got: “Ji ber metirsiyên pêvajoyên rabirdûyê, di nav civakê de guman hene. Piştî şerê 50 salan civak êdî naxwaze bedelên girantir bide, ji ber vê yekê bi şik nêz dibe. Niştecihên herêmê jî di civakê de aramiyê dixwaze, lê belê civak naxwaz e bê xapandin. Gel li benda gavavêtina pergalê ye û gel ne tenê bi gotinê bi kirinê gavên hiqûqî dixwaze. Gavên biçûk jî bin civak di nav xwe de girîngiyê dide van gavan, lê belê tune be civak dikeve fikaran. Gelê Kurd ji bo aştî û aramiyê amade ye lê pergal jî divê bingeha hiqûqî saz bike.”

‘Bila wateyê bidin rondikên ku dayikan rijandine’
Îkram Tûcî bal kişand ser rewşa dayik û şertên muzakereyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev du sal in dilê tu dayikan neşewitî, bila ev rastî berçav bê girtin. Dilê tu dayikan bila ne şewite û bila wate bidin ew rondikên dayikan rijandine. Aştî tenê di bin siwana şertên wekhev de pêkan e. Baweriya me bi gelê me, Rêberê me û pêvajoyê tê, lê divê pergal vê baweriyê neşkîne. Şer dîsa dest pê bike wek berê nabe.”













