Stenbol – Endamê Komîsyona Kongreya DEM Partiya Stenbolê û siyasetmedar Halîl Aksoy diyar kir ku bi armanca guhertinê ew kongreya xwe li dar dixin û wiha got: “Ji bo guhertinê divê di serî de em xwe biguherînin. Madem em ji bo aştiyekî mayînde dixebitin û çek ji holê radibin, divê em hişmendî û zimanê xwe li gorî wê biguherînin. Heke em van guhertinan pêk bînin, dê derdora aştiyê jî hê berfirehtir bibe.”
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de dest pê kir. Bi vê bangê gelek nîqaşên girîng dest pê kirin û gavên dîrokî hatin avêtin. Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava Tevgera Azadiya Kurd û siyaseta Kurd de guhertinek jî dest pê kir. Ji bo ku komara Tirkiyeyê were guhertin û bibe komareke demokratîk, xebat tên birêvebirin. DEM Partî jî siyaseta xwe di çarçoveya pêvajoyê de diguherîne. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê dê di 20ê Kanûnê de kongreya xwe bi dirûşmeya “Em ji bo Aştiyê û Civaka Demokratîk xwe bi rêxistin dikin” li dar bixe.
Endamê Komîsyona Kongreya Stenbolê Halîl Aksoy girîngiya kongreyê û guhertina DEM Partiyê ji ajansa me re vegot.
‘Divê em rêya aştiyekî mayînde xurttir bikin’
Halîl Aksoy diyar kir ku ew niha di pêvajoyekê girîng de derbas dibin û wiha got: “Di vê pêvajoyê de komara demokratîk girîng e. Heta niha ji bo kongreyê me gelek civîn li dar xistin. Lê ji niha şûnde divê em bi derdorên muxalîf re werin gel hev û rêya aştiyekî mayînde xurttir bikin. Armanca kongreyê jî guhertin e. Ji bo guhertinê divê di serî de em xwe biguherînin. Heke em di nava xwe de dest bi guhertinê bikin û li gorî wê derdora xwe jî biguherînin, ez bawer dikim gelek derdorên cuda jî dixwazin tev li pêvajoya guherandinê bibin û eleqeyê nîşanî kongreyê bidin. Hêvî dikim ku her kes jî peywirên xwe bi cih bîne. Barekî giran li ser milê me heye. Heta niha berpirsiyariya me hebû, lê ev pêvajo berpirsiyariya me hê zêdetir kir. Ji ber vê yekê divê em hê zêdetir xwedî li pêvajoyê derkevin. Divê em hogir û hevalên xwe jî tev li pêvajoyê bikin. Dibe ku em bi tenê lawaz bimînin, ji ber vê yekê tevlibûna derdorên cuda girîng e.”
‘Divê em hişmendî û zimanê xwe biguherînin’
Halîl Aksoy destnîşan kir ku bi destpêkirina pêvajoyê re guhertin jî dest pê kiriye û ev yek anî ziman: “Îro li cîhanê jî guhertinek dest pê kiriye. Gelek tiştên nû derketine holê. Divê em jî li gorî wê xwe biguherînin. Madem em ji bo aştiyekî mayînde dixebitin û çek ji holê radibin, divê em hişmendî û zimanê xwe li gorî pêvajoyê biguherînin. Xebatên xwe jî li gorî wê bikin. Heke em wan guhertinan pêk bînin, dê derdora aştiyê jî berfirehtir bibe. Civak jî dê li gorî komareke demokratîk xwe nû bike. Lê divê di serî de em xwe nû bikin û biguherînin. Heke em van tiştan jî bikin, dê civak jî li gel me bisekine.”












