Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi lêv kir ku tevî qanûna çarçoveyî li meclisê derbas bûye jî hê gavên şênber nehatine avêtin û wiha got: “Niha ji bo gavavêtinan dewlet li benda çi ye.Tu hinceta desthilatê ya li bendemayînê tuneye.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe ya meclisê de axivî. Di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser keraseta lehiyê ya Stenbolê û ji bo kesên jiyana xwe ji dest danê sersaxî xwest û yên birîndar re jî şîfa xwest.
Tuncer Bakirhan ji ber keraseta lehiyê polîtikayên desthilatê rexne kir û wiha got: “Em nikarin vê mijarê bi tenê baranê ve girê bidin. Divê em lê binêrin ew bajar çawa tên birêvebirin. Bajarên şîn ser hev kirin beton. Çem tije kirin. Ew yek jî dibe sedema kerasetên bi vî rengî. Hê li ser vê kerastê jî qala projeya Qanala Stenbolê dikin û dixwazin bixin meriyetê. Em dibêjin pêdiviya Stenbolê bi van projeyan tune ye lê pêdivî bi dawîanîna van projeyan heye. Desthilat şûna bi desteserkirina şaredariyan re mijûl dibe divê bi rewşa bajaran re eleqedar bibe. Divê hişmendiya bajaran ji rantê re vedikire têbikoşin. Em ê li dijî rantê xwezayê biparêzin.”
Krîza li Rojhilata Navîn û girîngiya yekitiya Kurdan
Tuncer Bakirhan diyar kir ku li Rojhilata Navîn bi krîzên nû re rûbirû ye û ev tişt anî ziman: “Geşedanên li welatekî Rojhilata Navîn me hemûyan eleqedar dike. Di serdemekê wisa de em tev li foruma Hewlêrê bûn û li wir ser rewşa herêmê û pêvajoyê axivîn. Nîqaşên xurt hatin kirin. Em spasiya yên ked danê forumê û tevlîbûnê dikin. Me li wir birêz Neçîrvan Barzanî, Bafil Talabanî, Qubad Talabanî û birêz Îlham Ehmed û Mazlûm Ebdî re hevdîtin pêkanîn. Silavên hemûyan ji wê re hebûn. Di forumê de jî me careke din piştgiriya ji bo pêvajoyê û girîngiya diyaloga nava Kurdan dît. Heke pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi awayekî serkêftî encam bigire dê bandor li ser Rojava, Başûr û herêmê bike. Wêneyê yekitiyê girîng bû lê têr nake divê lingê wê yê dîplomasiyê û yekitiya di nava Kurdan xurt bibe. Xurtbûna yekitiya Kurdan dê bandor li ser aştiya herêmê bike. Divê Kurd di nav xwe de bêhtir bikevin diyalogê û pirsgirêkên xwe çareser bikin û di hewsengiya herêmê de bi xurt cih bigirin.”
‘Em piştgiriya diyalogê ya bi Îranê re dikin’

Tuncer Bakirhan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û wiha pê dê çû: “Birêz Bafil Talabanî di forumê de got ku li Îranê jî diyalog destpê kirine. Hê li Îranê rewşeke aram pêknehatiyê lê aliyên Kurd ne di şer de ne lê di nav diyalogê de ne. Em jî diyaloga bi Îranê re girîng dibînin û piştgiriyê didin. Ji bo Tehranê jî ew firsendeke û divê masaya çareseriyê li Îranê demildest bê avakirin û ew mase veguhere çareseriyeke mayînde. Heke ziman û nasnameya Kurd hat naskirin Îran jî dê xurt bibe. Heke Îran vê yekê bike dê ji mudaxaleyên derve re jî bêhtir li ber xwe bide. Pêvajoya li vir jî serkêftî encam bibe ji bo Îranê jî dê baş bibe.”
‘Niha ji bo gavavêtinan gavan dewlet li benda çi ye?’
Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku Rêveberiya Tevgerê gavên girîng ji bo pêşvêçûna pêvajoyê avetinê û wiha axivî: “Niha ji bo gavavêtinan dewlet li benda çi ye? Rêveberiya Tevgerê dibêje hê em çi gavan biavêjin. Li girtîgehan bi hezaran kes li benda berdanê ne. Civak piştgiriyeke xurt dide pêvajoyê. Tu hinceta desthilatê ya li bendemayînê tuneye. Divê desthilat êdî derbasî merhaleya gavavêtinên şênber bibe. Civak ji me dipirsê; Birêz Ocalan dê kengî di şert û mercên azad de bixebite, dê kengî ji raya giştî re biaxive, girtî dê kengî bên berdan, yên li sirgûnê kengî vegerin, yên çiya kengî vegerin. Me her tişt fehm kir lê girtiyên nexweş dê kengî bên berdan. Girtiyên nexweş nikarin tedawî bibin. Qeyûm dê kengî rabin. Gavên demokratîk dê kengî bên avetin. Aştî nayê sekinandin. Bi hincetan ew derfeta mezin nayê berhewakirin. Divê meclis berpirsyariyê bigire û gavên qanûnî yên pêwîst biavêje. Astengiyên li pêşiya azadiya ramanan rake û gavên demokratîk biavêje.”
Tuncer Bakirhan anî ziman ku divê desteya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê têde cih bigire demildest dest bi xebatan bike û axaftina xwe wiha domand: “Ya ku çek danînê pêkbîne ew desteye. Muzakerevanê serekê yê vê pêvajoyê birêz Ocalan e. Her roja ku derbas dibe ji bo aştiyê windahiyeke. Divê ew deste êdî dem winda neke û dest bi kar bike.”
Zextên li ser çapemeniyê
Tuncer Bakirhan bertek nîşanî polîtîkayên desthilatê yên sansurê li dijî muxalefetê da û ev tişt anî ziman: “Ji bo Halk TVyê qeyûm hat tayînkirin. Pirtûka Mahîr Çayan a Dîpnotê tê desteserkirin. Malperên Ajansa Mezopotmayayê, ya JINNEWSê û Yenî Yaşamê tên astengkirin. Em di sedsala 21an de ne. Di vê sedsalê de jî em ê çi pirtûke bixwînin, çi nûçeyê temaşe bikin desthilat dê biryar bide. Em ji desthilatê re dibêjin wêrek be û gavên demokratîkbûyînê biavêje.”
‘Li pişt neliritiya fonan jî hezeke siyasî heye’
Tuncer Bakirhan bi lêv kir ku neliritiya fonan diziya herî mezin a salên dawî bûye û wiha axivî: “Ew xwarina mafê ewdê xwedaye. Ew di ola Îslamê de guneha herî mezin e. Ji aliyekî vê kedkar di nava xizaniyê de hewl didin debara xwe bikin lê ji aliyê din vê jî hinek bi hêza siyasî sermayeya xwe mezin dikin û neliritiyan dikin. Taqawîd ji bo mafê xwe têdikoşin em jî piştgiriya wan dikin. Heta taqawîd bigihêjin mafên xwe û bi muçeyeke mirovî bi dest bixînin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji aliyekî karker ji bo debara xwe li ser kar dimirin lê ji aliyê din vê jî hinek bi torpîla ‘AK’ sermayeya xwe mezin dikin. Li pişt neliritiya fonan jî hezeke siyasî heye. Şûna ku li ser neliritiya fonan îstîfa bikin dibêjin mîhrakên dervê û hundir hene. Lê ne derve mihraq hene û ne jî li hundir. Berpirs hûn e. Meclisê qanûn jî dê ji bo fonan derkeve û di qanûn de dibêjin pere wê dizînê bînin em efû bikin. Qanûneke wisa nabe. Divê berpirsyariya xwe bi cih bînin û mexduriyeta mexdûran dabin bikin.”
‘Ew budçe ne ya kedkaran e lê ya zengînan e’

Her wiha Tuncer Bakirhan li ser budçeya sala nû jî destnîşan kir ku budçe dîsa ji parastin û sermayeyê re hatiye veqetandin û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Dibêjin budçeya refahê. Lê di budçeyeke ku kedkar di nav de tunebin dê çawa bibe budçeya refahê. Ew budçeya zengînan e. Baca karkeran 5 trilyon kirinê lê ya patronan 2 triliyon kirinê. Ew budçe ya kê ye? Em ê li dijî vê budçeyê li qadan têkoşîna xwe bidomînin. Em vê budçeyê qebûl nakin. Bila herkes bizane. Rêxistinê şer bidawî kiriye. Di vê serdemê de hûn çima çavkaniyan ji şer û parastinê re vediqetînin. Em dibêjin çavkanî bila ne ji şer lê kedkaran re bê veqetandin. Me li dijî vê budçeyê kampanyayek jî daye destpêkirin. Em li benda piştgiriya wê ya vê kampanyayê ne. Werin em bi hev re li dijî vê budçeyê têkoşîna xwe bidomînin.”
Pirsên rojnamegeran bersivand
Piştî komcivînê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan pirsên rojnamegeran bersivand. Tuncer Bakirhan li ser pirsa pêkanîna qanûna çarçoveyî diyar kir ku li gor agahiyên wan wergirtine tu endamên rêxistinê di nav sînorên Tirkiyeyê nemane û li Başûr jî cihên ku ji Tirkiyeyê re xetere bibe rêxistin xwe vekişandiye. Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê rapora teyît û tespîtê neyê derengxistin û got ku beriya qanûna çarçoveyî jî dikarin girtiyên siyasî berdin, sepanên qeyûman bi dawî bikin û astengiyên li pêşiya mafê azadiya fikir û ramanê rakin.
Her wiha Tuncer Bakirhan li ser çek berdana PJAKê jî diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd li Îranê jî bi diyalogê bê çareserkirin û got ku li bendêne hevdîtinek ji aliyê partiyên Kurd û Îranê ve pêk were û got ku divê Tirkiyeyê jî piştgiriya pêvajoyeke bi vî rengî bike.













