Li Mûglayê bi îdiayên weke, “bertîl” û “gendeliya îhaleyan” li dijî Şaredariya Navçeya Mîlasê operasyonek hate lidarxistin. Derbarê Şaredar Fevzî Topûz û kurê wî jî di nav de 35 kesan de biryara binçavkirinê hate dayîn.
Li Mûglayê, berî banga sibehê polîsan bi ser Şaredariya Mîlasê de operasyonek li dar xist. Dema ku polîsan li şaredariyê lêgerîn dikirin, ketin û derketinên avahiyê hate rawestandin.
Di çarçoveya lêpirsîna hate destpêkirin de Şaredarê Mîlasê Fevzî Topûz û kurê xwe Dorûk Topûz jî di nav de derbarê 35 kesan de bi îdiayên weke, “bertîl” û “gendeliya îhaleyan” biryara binçavkirinê hate dayîn.








