TUHAY-DERa Egeyê li pêşiya Edliyeya Mîlasê daxuyaniyek da û anî ziman ku tevî destpêka serdemeke nû, binpêkirinên mafan û taloqkirinên înfazê li girtîgehan didomin û bang li rayedaran kir ku dawî li van bêhiqûqiyan bînin.
TUHAY-DERa Egeyê (Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê) bi dirûşma “Avakirina aşitiyê parastina jiyanê ye” li pêşiya Edliyeya Mîlasê ya Mûglayê daxuyaniyek da û çalakiya rûniştinê pêk anî. Di dema çalakiyê de pankarta “Mafê Berdanê nayê taloqkirin, dawî li taloqkirinên înfazê bînin” hate vekirin û dirûşmeyên “Avakarê aşitiyê li Îmraliyê ye ” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.
Daxuyanî li ser navê girseyê ji aliyê Hevberdevkê Komîsyona Tehliyeyê ya EGE TUHAYDERê Sedat Polat ve hate xwendin
Sedat Polat diyar kir ku ku Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk hêvî da girtiyên siyasî û malbatên wan, lê belê mexdûriyetên li girtîgehan hîn didomin û wiha got: “Bi banga Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan serdemeke nû ya bê şer dest pê kir, hêviyên ji bo aşitiyê her roj mezintir bûn. Dayik û malbat tam di nava pêvajoyeke wiha de bi hêvî û bawerî li bendê ne ku deriyên girtîgehan bên vekirin. Bendewariya girtiyên siyasî jî ew e ku bigihêjin azadiya xwe, bi lezgînî tev li jiyana civaka demokratîk bibin û di şert û mercên azad de tevkariya pêvajoyê bikin. Lê belê dema ku rewş ji bo malbat û girtiyên siyasî wisa ye, tabloya ku li hemberî tiştên li girtîgehan diqewimin û binpêkirinên mafan ên berdewam dikin. Bi taybetî mexdûriyetên girtiyên siyasî yên ku cezayê wan qediyaye lê înfazên wan tên şewitandin berdewam dike.”
‘Divê gavên ber bi çav bên avêtin’

Sedat Polat diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet ne tenê bi rêbazên leşkerî, di heman demê de li hemû qadên jiyanê bi rengekî ku vîna siyasî bişkîne tên meşandin û ev tişt anî ziman: “Em ji vir, bi taybetî bang li Serokkomar, Wezareta Dadê, saziyên têkildar ên dewletê û rayedaran dikin; Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ku em tê de ne, li cem hemû gelan û di nava hemû tebeqeyên civakê de hêvî, bawerî û biryardariyê mezin dike. Ji bo ku ev bendewarî veguherin rastiyê, divê dawî li bêhiqûqiyan bê anîn, girtî bên berdan û sepanên ku siyê dixin ser pêvajoyê bên terikandin û gavên ber bi çav ên ku dê rêya aşitiyê vekin bi lezgînî bên avêtin.”











