Li herêmaEgeyê şewatên daristanan didomin; li hinek bajaran agir hate kontrolkirin, lê li Buca û Çîneyê xebatên tîmên agirkujiyê ji bo vemirandina agir bi hemû hêzê berdewam dikin.
Di rojên dawî de li gelek bajarên herêma Egeyê şewatên daristanan didomin. Tîmên agirkujiyê û welatî bi hev re ji bo kontrolkirina şewatan têdikoşin. Agahiyên herî dawî yên li ser şewatên li van bajaran bi vî rengî ne:
Îzmîr
Li taxa Tinaztepeyê, dora saet 12.50 de şewata daristanê derket. Midaxeleyên ji bo kontrol kirina şewatê hîn didomin.
Li nêzîkî Fermandariya Deryayî ya Foçayê, şewatek derket û bi bandora bayê zêde mezin bû. Tîmên agirkujiyê ji bo ku agir negihêje embarên leşkerî, girtîgeh û stargeha ajalan tedbîr girtin. Êgir niha hatiye kontrolkirin.
Şewata ku li Gomeç a Balıkesirê dest pê kiribû û derbasî Bergamaya Îzmîrê bûbû, di roja çaremîn de hate kontrolkirin. Şaredarê Bergamayê Tanju Çelîk diyar kir ku li gundan ziyaneke mezin çênebûye, lê nêzî hezar donûm darên zeytûnan ziyan dîtine. Xebatên sarkirina agirî didomin.
Aydin
Li navçeya Çîneyê ya Aydinê, şewata ku li herêma daristanî derketibû, di roja sêyemîn de jî dewam dike.
Bi ronîbûna rojê re 8 helîkopteran ji nû ve dest bi mudaxeleyê kirin. Ji ber şewatê 3 cihên welatiyan hatin valakirin û nêzîkî 550 kes hatin guhastin bo deverên ewle. Di bûyerê de 41 kesî serî li saziyên tenduristiyê dan.
Mugla
Li taxa Yeşiluzumlu ya Fethiyeyê jî şewat derket û ji ber baya zêde gelekî belav bû. Bi saya mudaxeleyeke xurt a 9 balafiran û amûrên bejahî, şewat hate kontrolkirin û xebatên sarkirinê dest pê kirin.
Waliyê Muglayê Îdrîs Akbiyik ragihand ku di van 6 rojên dawî de li Muglayê 6 şewat derketine û hemû hatine kontrolkirin. Îdrîs Akbiyik her wiha da zanîn ku kesê ku bû sedema şewata Dalamanê hatiye girtin û hişyarî da welatiyan ku di mijara agirpêxistinê de baldar bin.














