• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
17 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Şemiyê li aqûbeta Fehmî Tosûn pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta Fehmî Tosûn pirsîn

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Hesabê Instagramê yê Azadiya Welat hate astengkirin

    Hesabê Instagramê yê Azadiya Welat hate astengkirin

    ‘Ganî Rayberê şarê kurdan azad bibo û bi azadîye sîyaset bikero’

    Omer Hayrî Konar: Azadî nayê dayîn, tê bidestxistin

    Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

    Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 17ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayikên Şemiyê li aqûbeta Fehmî Tosûn pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta Fehmî Tosûn pirsîn

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Hesabê Instagramê yê Azadiya Welat hate astengkirin

    Hesabê Instagramê yê Azadiya Welat hate astengkirin

    ‘Ganî Rayberê şarê kurdan azad bibo û bi azadîye sîyaset bikero’

    Omer Hayrî Konar: Azadî nayê dayîn, tê bidestxistin

    Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

    Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 17ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Divê siyaset têkeve şûna çekan, hiqûq jî têkeve şûna bêbaweriyê

Navenda Nûçeyan / AW

17 COTMEH 2026 - 12:01
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji konferansa bi navê “Di Rojhilata Navîn de ji bo Aştiyê Perspektîfek” li bajarê Torîno yê Îtalyayê tê lidarxistin re peyamek şand û wiha got: “Divê siyaset bikeve li şûna çekan, hiqûq bikeve li şûna bêbaweriyê, û wekhevî bikeve li şûna înkarê. Rêya aştiya mayînde ev e.”

Şaredariya Torînoyê bi hevkariya Komîteya Mafê Mirovan a Herêmî û Rêveberiya Herêmî ya Pîemonteyê û bi piştgiriya Wexfa Teserûfê ya Torînoyê, bi navê “Di Rojhilata Navîn de ji bo Aştiyê Perspektîfek” konferansê li dar dixe. Gelek siyasetmedar, şaredar, aktîvîstên jin, parastvanên mafan, nûnerên rêxistinên demokratîk û dostên Kurdan tev li konferansê dibin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Konferansa Torînoyê re peyamek nivîskî şand.

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:

“Dostên hêja…

Ez we ji Îmraliyê, bi hestên piştevaniya navneteweyî û azadiyê silav dikim. Hêvî dikim ku konferansa we ji bo avakirina yekitiya wekhev, azadiya gelan û aştiya mayînde ya li Rojhilata Navîn bibe alîkar.

Rojhilata Navîn îro di nav qonaxeke girîng de ye. Şer, pevçûn, çareseriyên dewlet-neteweyî û polîtîkayên ewlehiyê ji gelan re aştî û azadî neanîn. Ev tişt êdî eşkere ye. Ji ber vê yekê erka me ya bingehîn ew e ku em siyaseta şer berdin û siyaseta demokratîk esas bigirin; civakê birêxistin bikin û serdemeke nû ya ku jiyana hevpar a wekhev û azad a gelan mîsoger dike ava bikin.

Perspektîfa konfederalîzma demokratîk û Komara Demokratîk, yek ji sernavên sereke yên nîqaşê yên vê lêgerînê ne.

Fesixkirina PKKê û bidawîbûna stratejiya têkoşîna çekdarî, divê mîna destpêka serdemeke nû were dîtin. Ev guherîn, nêzîkatiyeke nû venêrîneke nû ya ji bo meseleyê jî neçar dike.

Divê em bi eşkereyî bibêjin ku bidawîbûna têkoşîna çekdarî bi tenê nayê wateya aştiyê. Ji bo ku di encama pêvajoyê de aştî mayînde bibe; divê sedemên pevçûnê ji holê werin rakirin, hebûn, ziman û çanda Kurdî were misogerkirin, astengiyên li ber siyaseta demokratîk werin rakirin û hemwelatiya wekhev bigihîje temînata hiqûqî.

Entegrasyona demokratîk, ne lihevanîna yekalî ye û ne jî tevlibûna bêşert a di nav sazûmaniya heyî de ye. Berovajî vê, divê bibe veguherîneke demokratîk ku cihêrengî nayên înkarkirin, maf têne naskirin û jiyana hevpar li ser bingeha wekheviyê tê avakirin.

Temînata siyaseta demokratîk komara demokratîk e, temînata civaka demokratîk jî hiqûq e. Bêyî temînatên hiqûqî, siyaseta demokratîk mayînde nabe û pêvajoya aştiyê jî nagihîje serkeftinê.

Çareserkirina pirsgirêka Kurd, ji demokratîkbûna Tirkiyê cûda nayê fikirîn. Demokratîkbûna Tirkiyê jî ji derketina îradeyeke siyasî ku jiyana hevpar, wekhev û azad a gelan dabîn dike cûda nîne.

Girîngiya perspektîfa konfederalîzma demokratîk a ji bo Rojhilata Navîn ev e. Çareserî ne di bin nasnameyekê de helandina gelan, ne sînor û cihêrengiyan kirina çavkaniya pevçûnan ne jî afirandina desthilatdariyeke nû ya dewletparêz e.

Tişta ku îro hewcedarî pê heye ev e: Li şûna siyaseta şer siyaseta demokratîk, li şûna înkarê naskirin, li şûna zorê hiqûq û li şûna perçebûna civakî jiyana hevpar a azad û wekhev. Ev veguherîn neçar dike ku dewlet û aktorên siyasî berpirsyariyê bigirin ser milên xwe, saziyên demokratîk bêtir werin xurtkirin û civak di derbarê paşeroja xwe de bibe xwedî gotin û biryar.

Dostên ezîz, ez hêvî dikim ku ev konferans perspektîfa konfederalîzma demokratîk di şert û mercên îro de nîqaş bike û rêyên diyarkirî yên çareseriya demokratîk derxîne holê. Paşeroja Rojhilata Navîn ne di şerên nû û pêwendiyên nû yên desthilatdariyê de ye, di avakirina civaka demokratîk de ye. Rizgarî di yekitiya azad a gelan de û xurtkirina siyaseta demokratîk de ye.

Divê siyaset bikeve şûna çekan, hiqûq bikeve şûna bêbaweriyê, û wekhevî bikeve şûna înkarê. Rêya aştiya mayînde ev e. Ez konferansa we careke din, bi baweriya xwe ya ji bo aştî û azadiyê silav dikim.

Abdullah Ocalan
Îmrali”

 

Etîket: Abdullah OcalanÎmralîKonferanspeyama niviskîRêberê Gelê KurdTorîno
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

17 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Siyaseta gelparêz rêya têkoşîna demokratîk nîşan dide

Abdullah Ocalan: Divê Jineolojî bibe bingeha zanistî û birdoziyê

16 COTMEH 2026
Westrheim: Pêvajo firsendê pêşkêş dikeLeyla Zana: Divê birêz Ocalan dikaribe bi gelê xwe re rabe

Westrheim: Pêvajo firsendê pêşkêş dike
Leyla Zana: Divê birêz Ocalan dikaribe bi gelê xwe re rabe

15 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Karên Enternasyonel dikare demokrasî û sosyalîzmê bide destpêkirin

Abdullah Ocalan: Karên Enternasyonel dikare demokrasî û sosyalîzmê bide destpêkirin

15 COTMEH 2026
Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

13 COTMEH 2026
Turkdogan: Niha ya herî girîng azadiya şert û mercên xebata birêz Ocalan e

Turkdogan: Niha ya herî girîng azadiya şert û mercên xebata birêz Ocalan e

10 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê hate damezrandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat çand û nasnameyê diparêze

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bakirhan, Ebdî û Îlham Ehmed li Hewlêrê ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne