• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
17 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xizmên Windayan aqûbeta Aydemîr, Tosûn, Gumuş, Ozdemîr û Çitak pirsîn

    Xizmên Windayan aqûbeta Aydemîr, Tosûn, Gumuş, Ozdemîr û Çitak pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta Fehmî Tosûn pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta Fehmî Tosûn pirsîn

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Hesabê Instagramê yê Azadiya Welat hate astengkirin

    Hesabê Instagramê yê Azadiya Welat hate astengkirin

    ‘Ganî Rayberê şarê kurdan azad bibo û bi azadîye sîyaset bikero’

    Omer Hayrî Konar: Azadî nayê dayîn, tê bidestxistin

    Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

    Dîcle: Dîplomasiya Kurdan hewl dide ku Yekîtiya Ewropayê tev li pêvajoyê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Navenda Nûçeyan / AW

17 COTMEH 2026 - 13:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Dayikên Şemiyê di hefteya 1125emîn a çalakiya xwe de li aqûbeta Fehmî Tosûn ê ku di 19ê Cotmeha sala 1995an de hatibû windakirin pirsin. Hevjîna Fehmî Tosun, Hanim Tosun diyar kir ku dewlet çîrokê ji wan baştir dizane û got: “Heke dê qala aştiyê bê kirin, divê di serî de li Qada Galatasarayê binêrin. Em windayên xwe dixwazin.”

Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1125emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de kujerên Mecît Baskin ê di sala 1993yan de li Enqereyê hatibû binçavkirin û kuştin, pirsîn.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Mirova Şemiyê Îkbal Eren ve hate xwendin.

‘Ew ê min bikujin’

Îkbal Eren anî ziman ku ev 31 sal e ew li aqûbeta Fehmî Tosûn dipirsin û wiha axivî: “Di sibeha 19ê Cotmeha 1995an de, Fehmî Tosun (35), bavê pênc zarokan bû û li mala xwe ya li Avcilarê bi hevalê xwe yê nêzîk Huseyîn Aydemîr re taştê dixwar. Piştî taştê, her du heval bi hev re ji malê derketin. Wê êvarê, sê kesên çekdar û bi cilên sivîl, Fehmî Tosun bi wesayîteke Renault a spî ya bi plakaya 34 UD 597 anîn ber mala wî. Dema ku wî hevjîn û zarokên xwe dîtin, qêriya û got, ‘Ew ê min bikujin!’ Ew bazdan ber bi wî ve, lê Fehmî Tosûn bi zorê li wesayîtê siwar kirin û birin. Hanim Tosun tavilê çû Qereqola Polîsan a Avcılarê û revandina hevjînê xwe ragihand. Wê plakaya wesayîtê da û daxwaza mudaxeleyê kir. Le polîsan bi gotina ‘Tiştê ku em karibin bikin tune ye’, tiştekî nekirin. Hanim Tosun û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hemû tedbîrên qanûnî girtin da ku bûyerê li ber çavan bigirin. Lêbelê, wan girtina Fehmî Tosun înkar kirin. Ji wê rojê ve, ne Fehmî û ne jî Huseyîn Aydemîr, ku ew bi wî re ji malê derket, tu agahî nehatiye girtin.”

‘Em ê dev ji daxwaza edaletê bernedin’

Îkbal Eren destnîşan kir ku malbat paştî bûyerê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û got: “Di doza ku di sala 2003yan de bi encam bûye de, hikûmetê di parastina xwe ya li hember DMMEyê de wiha got, ‘Hikûmeta me ji ber windabûna Fehmî Tosun xemgîn e’. Tevî ku DMME’yê berpirsiyariya dewletê ji bo binpêkirina mafê jiyanê yê Fehmî Tosun qebûl kir jî, hikûmetê di vê dozê de erka xwe yê pêkanîna lêpirsînek bibandor, bi cih neanî. Doz ji ber biryara ne-darizandinê û ji ber demboriyê hate girtin. Herwiha îtîrazên ku hatin kirin jî hatin redkirin. Dosya bi zanebûn ket ber demboriyê. Îro, em careke din bang li rayedarên dadê û siyasî dikin, Êdî bes e. Înkar û bêcezatiyê biqedînin. Erkên xwe yên di çarçoveya qanûna gerdûnî de bi cîh bînin. Di doza Fehmî Tosun de edaletê misoger bikin. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Fehmî Tosun û ji bo hemû windahiyên xwe bernedin. Çend sal derbas bibe jî em ê aqûbeta windayan bipirsin.”

‘Êdî bes e, Qada Galatasarayê vekin’

Hanim Tosûn diyar kir ku dewlet çîroka wan, ji wan baştir dizanê û got: “Êdî qala heqîqetê nekin. Çima îro em li pêşiya bariyerên polîsan in. Em li vir behsa aştiyê dikin. Em windayên xwe dixwazin. Êdî bes e. Qada Galatasarayê vekin. Ji me netirsin.”

Çalakî li qadê bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.

Etîket: Dayik-Mirovên ŞemiyêFehmî TosûnHanim TosûnÎkbal ErenpeydakirinQada GalatasarayWindakirî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan aqûbeta Aydemîr, Tosûn, Gumuş, Ozdemîr û Çitak pirsîn

Xizmên Windayan aqûbeta Aydemîr, Tosûn, Gumuş, Ozdemîr û Çitak pirsîn

17 COTMEH 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

5 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Mehmet Gunkan pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Mehmet Gunkan pirsîn

22 TEBAX 2026
‘Bila hestiyan bidin, em ê bi destê xwe bavê xwe veşêrin’

‘Bila hestiyan bidin, em ê bi destê xwe bavê xwe veşêrin’

15 TEBAX 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Hasan Gulunay pirsîn

4 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Mîthat Sancar: Birêz Ocalan teqez kir ku divê garantiya hiqûqî pêk were

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komaleya Xwendekaran a Çand û Hunerê ya Arînê hate damezrandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Pirsên Azad’ di Zarok TVyê de dest pê dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnameger bertek nîşanî sansurê didin: Pêşiya me negirin bila civak baweriyê bi aştiyê bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serokên baroyên Riha, Amed û Şirnexê hatin hilbijartin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dibêje, ‘ez vê zilm û heqaretê qebûl nakim’ û diçe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komeleya Çand û Hunerê ya Demhat çand û nasnameyê diparêze

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bakirhan, Ebdî û Îlham Ehmed li Hewlêrê ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne