Stenbol – Ji 11ê Mijdara sala 2023an ve Qada Galatasarayê ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê tê sînordarkirin, herwiha qad bi bariyerên polîsan tê dorpêçkirin. Tenê 10 kes dikarin tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bibin. Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di sala 2023yan derbarê sînordarinê de biryara binpêkirina mafan daye, ev 3 sal in sînorkirina “ji bo 10 kesan” a li Qada Galatasarayê didome.
Di 21ê Adara 1995an de di bûyerên li Taxa Gaziyê de Hasan Ocak hate binçavkirin û windakirin. Dayika Hasan Ocak, Emîne Ocak, malbata wî û hevalên wî 55 rojan li dû aqûbeta Ocak geriyan û di 15ê Gulana sala 1995an de cenazeya Hasan Ocak ê ku îşkence lê hatibû kirin, dîtin. Piştî vê bûyerê, têkoşîneke mezin dest pê kir. Komek ji kesên ku xizmên wan di binçavan de hatibûn windakirin, di 27ê Gulana 1995an de li Qada Galatasarayê dest bi çalakiyekê kirin. Nadîre Mater û koma ku wê demê kampanyaya “Destê xwe nede hevalên min” didan meşandin, piştî dîtina cenazeya Hasan Ocak fikra pêkanîna çalakiyekê anîn ziman. Biryar hat dayîn ku her roja Şemiyê, di heman saetê de li Qada Galatasarayê çalakiyek bê lidarxistin, çîroka windayan li qadê bê xwendin û navê vê çalakiyê jî bibe çalakiya “Dayikên Şemiyê.”
Qedexeya li ser Qada Galatasarayê
Li Qada Galatasarayê, di 25ê Tebaxa sala 2018an de, di çalakiya hefteya 700emîn de, bi talîmata Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Suleyman Soylu re ji aliyê Qeymeqamtiya Beyogluyê ve hat qedexekirin. Qad ji wê rojê ve hatiye girtin, ev nêzîkî heşt sal in qad girtî ye. Dayikên Şemiyê li dijî qedexekirinê li ber xwe dan. Lê derketina wan a ji bo qadê hate astengkirin û neçar man ku 81 hefteyan li pêşiya avahiya Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daxuyanî bidin. Di heyama pandemiyê de jî ji ber ku qada ÎHDê ji bo mesafeya fizîkî ne guncaw bû û beşdar bi temenê xwe ve mezin bûn, wan ji 21ê Adara 2020an ve çalakiya xwe li qada dîjîtal û her roja Şemiyê saet 12.00an de li ser medyaya dîjîtal domandin.
Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û sînorkirina 10 kesan
Piştî ku serlêdanên hiqûqî bêencam man, Dayikên Şemiyê qedexeyê birin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). AYMê di sala 2023an de biryar da ku destwerdana li çalakiya rûniştinê û daxuyaniyên li qadê, mafê civîn û xwepêşandanê ye ku ev yek xala 34emîn a Destûra Bingehîn binpê dike. Lê belê tevî vê biryarê jî qedexe bi temamî ranewestiya
Ji 8ê Nîsana 2023an ve, Dayikên Şemiyê 29 hefteyan dîsa hatin desteserkirin û rastî lêpirsînan hatin. Ji 11ê Mijdara 2023yan ve, di encama têkoşîna çalakgeran de destûr hat dayîn ku 10 kes dê karibin li pêşiya Qada Galatasarayê werin li cem hev.
‘Ev sînorkirin dîtbarî û bandora civakî ya çalakiyan qels dike’
Komîsyona di Binçavkirinê Hatine Windakirinê ya şaxa ÎHDa Stenbolê bertek nîşanî biryara sînorkirinê da û diyar kir ku sînordarkirina 10 kesan ne hiqûqî ye, ne jî maqûl e. Li gorî komîsyonê:
* Ev sînorkirin dîtbarî û bandora civakî ya çalakiyan qels dike.
* Mafê her malbatê yê hilgirtina wêneya windayê xwe û pirsîna aqûbeta wan sînordar dike.
* Mijara sereke ne ew e ku gelo dê 10 kes karibin hesaba hezaran windayan bipirsin an na; mijar ew e ku dewlet çima hê jî mafên destûrî yên welatiyên xwe sînordar dike.
* Beşdariya bi tenê 10 kesan nayê wê wateyê ku ew vê binpêkirinê qebûl dikin; berevajî vê, daxwaza wan a ji bo derxistina rastiyê û pêkanîna edaletê bi biryardarî berdewam dike.
Bi bîrxistina gotina Lewis Mumford a, “Bajar, dika hebûna civakî ya mirov e”, Dayikên Şemiyê destnîşan dikin ku girtina qadên giştî û sînordarkirina çalakiyan, mafê bajarvanan ê û jiyana giştî jî binpê dike. Dayikên Şemiyê diyar kirin ku têkoşîna wan tenê ji bo windayên xwe, êşên xwe û daxwaza edaletê nîne. Dayik destnîşan dikin ku ji bo hînbûna aqûbeta hemû kesên ku li ser vê axê di bin çavkirinê de hatine windakirin û ji bo ku hesab ji berpirsên van sûcan bê pirsîn li ber xwe didin. Wan anî ziman ku heta kesek ji wan bimîne jî, ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.
‘Em dixwazin bêyî sînorkirinê li Qada Galatasarayê werin ba hev’
Komîsyona li dijî windakirinên bi binçavkirinê hatine kirin xwestin ku di hefteya 700emîn, bêyî tu sînordarkirina hejmarê, li Qada Galatasarayê bi rûniştinî û bêdengî bicivin. Komîsyona ÎHDê destnîşan kir ku ji bo pêkanîna vê daxwazê ew ê têkoşîna xwe bidomînin û xwestin ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) li dijî binpêkirinên mafan were sepandin wiha got: “Qada Galatasarayê ji bo me ne tenê qad e. Ev qad ji bo malbatên ku xizmên xwe winda kirine û bê gor û bê cih hatine hiştin, di heman demê de cihê hevdîtinê û cihê sembolîk ê goristanê ye. Ji ber vê yekê, qedexeya li ser qadê û sînorkirina hejmara kesan ji bo me tenê astengkirina çalakiyekê nîn e. Em ê heta ku ev destwerdan bi dawî bibe têkoşîna xwe bidomînin. Em dixwazin li Qada Galatasarayê, bêyî tu sînorkirina hejmarê, bi wêneyên hemû windayên xwe ve, werin li cem hev. Ji ber ku em ê tu carî dev ji pirsîna aqûbeta windayên xwe, eşkerekirina rastiyê û daxwaza edaletê bernedin.”













