Alozî û xwepêşandanên ku li Fransayê ya bi nerazîbûna xwendekarên lîseyê, li dijî şert û mercên perwerdeyê dest pê kirin û piştre bi zamên li sotemeniyê hatine kirin belavî welat bûye veguherî serhildaneke gel. Serhildana berbelav dibe, ji bo serdest û dewletên navendîparêz û sermayeparêz tirsê ava dike.
Li Fransayê ji bo şert û mercên perwerdehiyê werin başkirin, dibistan werin nûkirin, hajmara xwendekarên di nava polên dibistanê de werin kêmkirin li dibistanan çalakî hatin lidarxistinn. Ev aloziya li aboriya duyemîn a herî mezin a Herêma Euroyê, ne tenê pirsgirêkeke asayîşê ya banliyoyên Parîsê ye; encama şikestinên kûr ên cihêkariya aborî ya di navbera welatiyan, kapîtalîzma neoliberal, pergala dewletê ya navendîparêz û têkçûna modela dewletê ya li dijî civakê ye. Agirê li kolanên Fransayê, ji aliyê dewletên cîhanê ve wekî hişyariyeke zû ya li ser paşeroja pergala Ewropayê tê dîtin û ev geşedan ji hêla desthilatdaran û rêveberên dewletan ditirsîne.
Cihêkariya aborî: Têkiliya dewleta û kapîtalîzmê
Welatên cîhanê geşedanên li Fransayê bi fikar dişopînin û sedemên vê yekê krîzên pêkhatî yên pergala aboriya gerdûnî ye. Kapîtalîzm û bêewlehîbû ji bo pirsgirêkên aborî çareseriyê di xebatê de modelên kêmkirina lêçûnan giştî yên civakî dibîne ku ev yek jî herî zêde li ser ciwanan dike. Li welatê ku rêjeya bêkariya ciwanan nêzî %20 bûye, “paşeroja bêewlehî” ya polîtîkayên neoliberal veguherî hêrseke li dijî pergalê.
Sedemeke din a pirsgirêkan ew ku dewlet her diçe sermayeyê û dewlemendan diparêze, model û ji polîtîkayên ji bo civakî dûr dikeve. Modela dewleta refahê ya Fransayê, ji bo kêmkirina lêçûnên budçeyê gav bi gav tê hilweşandin. Kêmkirina bûdçeya perwerde, tendurustî û alikariyên civakî, peymana di navbera dewlet û welatiyan de hilweşand. Zehmetiyên jiyanê kir ku ciwan li dijî polîtîkayên tê meşandin rabûn ser pêyan û daketin kolanan.
Metirsiya krîza herêma Euroyê
Rêjeya deynê giştî yê Fransayê gihîştiye ji sedî 119an a dahata neteweyî. Piyasayên fînansê yên navdewletî ji ber tirsê ku hikûmet nikaribe polîtîkayên tesarûfê pêk bîne, kaxizên deynan (tahvil) ên Fransayê difiroşin. Faizên tahvilan ên 10 salî ji %5 borîn û gihîştin lûtkeya 24 salên dawî. Ev rewş dikare krîzeke nû ya pereyê germ li welatên mîna Îtalya, Îspanya û Belçîkayê jî ava bike.
Hevsengiyên siyasî û civakî
Geşedanên siyasî ya xwepêşandanên nîşan dide ku kevneşopiyên siyasî yên Fransayê krîzê kurtir dikin. Rêveberiya navendîparêz a ku desthilatdariyê di destê Serokkomar de ye, desthilat nekarî dengê herêmên derdorê û banliyoyan bibîstîne. Ev yek bû sedem ku gelê li derveyî paytextê, xwe “dûrxistî” bibîne û bertekên li dijî navendîparêziyê zêde bibin. Çalakiyên tundiyê yên li kolanan, beriya hilbijartinên serokkomariyê yên ku dê piştî 6 mehan çêbibin, hevsengiyan ji binî ve dihejînin. Zêdebûna fikarên ewlehiyê, populeriya lîderal a rasgira radîkal Marine Le Pen zêde dike. Hêzên gerdûnî ditirsin ku serkeftina Le Pen bibe sedema hilweşîna aboriya Yekitiya Ewropayê û şikestina NATOyê.
Bertekên dewletan û çareseriyên nakok
Bi mezinbûna krîzê re, pêngavên navxweyî û navdewletî yên rayedarên dewlewtan jî tundtir bûn
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, heqê xwepêşandanê yê demokratîk, wekî “hewldaneke li dijî Komarê” pênase kir. Macron hemû xwepêşandanên li derveyî çalakiyên sendîkayên qanûnî qedexe kir û 70 hezar polîs û leşkerên antî-terorê daxist kolanan.
Serokê Dewletên Yekbûyî (DYA) Donald Trump derbarê çalakiyên nerazîbûnê yên li Fransayê daxuyanî da û got: “Hûn dibînin ka li Fransayê çi dibe. Polîtîkayên koçberiyê yên bêkontrol û neheqiya di dabeşkirina aramiya civakê de divê wî welatî şiyar bike.” Macron jî bersiv da vê daxuyaniyê û bang li lîderên cîhanê kir ku xwe têkilî karên wan yên navxweyî nekin û şîroveyên bêaqil nekin.
Rewşa siyasî û saziyên kedê
Ji bo kêmkirina bandora krîza enerjiyê û daxistina bihayê sotemeniyê, 7 welatên herî pêşketî (G7) biryar dan ku 100 milyon varîl neftê ji rezervên xwe yên stratejîk arasteyî bazarê. Ev pêngav wekî hewldana tovrindên kapîtalîst hat şîrovekirin da ku rê li ber belavbûna agirê Fransayê bigrin ku bandorê li bazara cîhanê neke. Herwiha Sekretera Giştî ya sendîkaya karkaran a CFDT’ê Marylise Leon, bertek nîşanî qedexeyên hikûmetê da û got: “Ev biryarên qedexekirinê hêrsê zêdetir dikin. Di civakeke demokratîk de tenê desthilatdariyeke navendî nikare biryarê bide bê ka kê mafê xwepêşandanê bikar bîne û kî bikar neyne.”













