• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
20 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

Îzmîr / AW

11 TEBAX 2026 - 20:18
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Li dijî projeyên JESê yên ku li Mûş û Çewlîgê dibin sedema xetereyên mezin ên ekolojîk û erdhejê, Komeleya Kanîreşê li Îzmîrê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe heta şirket welatê wan biterikîne dê bidomînin.

Komeleya Çand û Piştgiriyê ya Karliova Yedisuyê, li dijî Santralên Enerjiya Jeotermal (JES) ên ku li navçeyên Gimgim û Kanîreşê bên avakirin, li Îzmîrê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xebatên ku şirketea H2 Enerji/IGNİS li herêmê dimeşîne, ji aliyê xwezayê, qadên jiyanê û nifşên pêşerojê ve xetereyên cidî dihewîne.

Di çalakiyê de dirûşmên wekî “Bêdeng nebe, biqîre, berxwedan maf e”, “Destê xwe nede hewaya min, ava min û axa min” hatin berz kirin. Daxuyanî ji aliyê Seroka Komeleya Çand û Piştgiriyê ya Karlova Yedisuyê Nîlufer Uygun ve hate xwendin.

Nîlufer Uygun diyar kir ku kapîtalîzma mêtinger çav berdaye qadên jiyana hevpar, mîrateya dîrokî û mafê jiyanê yê nifşên pêşerojê yên gelê Gimgim û Kanîreşê û wiha got: “Piştî xebatên fîzîbîlîteyê yên ku şirketa H2 Enerji / ÎGNÎS di navbera salên 2021-2022yan de li ser Xeta Qelişînê ya Bakurê Anatolyayê meşand; di sala 2023yan de pêvajoyên ÇEDê ku Gimgim û 4 gundên Kanîreşê di nav de dihewîne, bi awayekî neqanûnî hatine erêkirin.”

‘Destê xwe nede av, ax û hewaya min’

Nîlufer Uygun da zanîn ku bi santralên jeotermal dixwazin, gundên me û ekosîstema me dê gêrîkên li çiyê, çûkên li hewayê û berhemên li zeviyê bên jehrîkirin û got: “Gava ku santral bikevin meriyetê, gazên jehrî, metalên giran û şilekên ku dê werin berdan derdorê, dê hevsengiya me ya xwezayî bi rengekî ku vegere tune be, tine bikin. Jehrîbûna xwezayê tê maneya wê yekê ku di pêvajoya pêş de her malbat dê neçar bimîne ku bi kêmî ve bi nexweşekî penceşêrê re têbikoşîne. Ji ber ku geliyê me xwediyê erdngariyek teng û şên e, dengê bilind ê ku ji santralên ku dê li nava zevî û cihwarbûnan bên avakirin derkeve, dê jiyanê li insanan biherimîne. Qadên pasayê yên ku herî û herikên kîmyewî yên bi rêya sondajê ji bin erdê tên derxistin û lê tên depokirin, bixwe bombeyên kîmyewî yên amade ne ku biteqin. Di rewşê de ku şirket ji mesrefa zêde birevînin û operasyona vegerandina şilekê ya bin erdê bi rêkûpêk nekin, dê di bin erdê de valahiyên mezin çêbibin û herifînên erdê yên tund rû bidin. Îstimlak, Kamûlaskirin û Koçberiya Mecbûrî: Polîgonên ku dê bên vekirin û avahiyên ku dê bên avakirin, dê ne li gorî erdngariya me ya ku jixwe teng e bin. Ev rewş tê maneya kamûlaskirina mal û milkên tapûyî yên gundiyên me, bêerdkirina gel û neçarkirina wan a koçkirina ji gundên wan.”

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Nîlufer Uygun destnîşan kir ku qada projeyê, ji aliyê jeolojîk ve li ser Xala Kanîreşê ye ku li wir Xeta Qelişînê ya Bakurê Anatolyayê (KAF) û Xeta Qelişînê ya Rojhilatê Anatolyayê (DAF) ku ji herêmên xetere  û çalak ên cîhanê ne û got: “Xetereya Depresyonê û Sîsmîsteya Hûrdor: Ji dema erdheja wêranker a bi mezinahiya 7.5an a ku navenda wê Licik bû di sala 1949an de, li herêmê di vî pîvanî de şikestinek çênebûye. Dema ku zanyar balê dikişînin ser kombûna enerjiya li ser xetên qelişînê yên Kanîreş û Erzînganê, derziyên bi zexta bilind ên ku dê li bin erdê werin xistin, xetereya teqandina erdhejên mezin dihewînin. Lêkolînên zanistî yên ku di sala 2005an de hatine kirin nîşan didin ku li xeta Çewlig, Erzîngan, Dêrsimê di kûrahiya 4-5 hezar metre de tebeqeyên magmayê yên çalak hene. Pispor hişyariyê didin ku sondajên kûr û mudaxaleyên ku dê li vê herêma hessas werin kirin, dikarin di nav 10-15 salan de çalakbûnên volkanîk/magmatîk teqînin. Avakirina santralek jeotermal di nava xeteriyek wisa de, bi eşkereyî vexwendina karesatê ye. Li dijî van hemû xetereyên jiyanî, berxwedana me ya rewa û qanûnî ya ku li Vartoyê dest pê kiribû, îro ketiye roja xwe ya 100î. Meşxeleya berxwedanê ya ku li Gundê Çaldere yê Vartoyê hat vêxistin, îro bi konê nobetê yê nû yê ku li gundê Kaynarpinarê hatiye avakirin re bû yek û veguherî îradeya hevpar a nexeyisandî ya Gimgim û Kanîreşê. Nobetên me yên berxwedanê yên ku bi esasa 24 saet tên girtin, sîmbola biryardariya me ya parastina mafên me yên destûrî, axa me û pêşeroja me ne. Hewldanên pargîdaniyê yên bi hevrêtiya hêzên ewlehiyê yên ji bo avakirina şantiyeyê û kolandinê yên di rojên În û Yekşemê de dest pê kiribûn, bi sekinandina girseyî û bi biryar a gelê me hatin sekinandin. Heta ku şirket û hevparên wan erdngariya me bi tevahî biterikînin, em ê têkoşîna xwe ya rewa û hiqûqî mezin bikin û bidomînin.”

Etîket: ÇalakîGimgimİzmirjeskanîreş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

18 TEBAX 2026
Di salvegera pêngava 15ê Tebaxê de li Îzmîrê şahî

Di salvegera pêngava 15ê Tebaxê de li Îzmîrê şahî

14 TEBAX 2026
‘Aştî ji Qada Koşûyolûyê re derbas dibe’

‘Aştî ji Qada Koşûyolûyê re derbas dibe’

11 TEBAX 2026
Ege dişewite: Şewatên daristanan didomin

Ege dişewite: Şewatên daristanan didomin

1 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 2
    Zeynep Yaş: Hebûna çandî bi naskirin, komkirin, dariştin û jiyînê dibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne