Fîlozofê Sloven Slavoj Zîzek name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nivîsand û wiha got: “Hûn yek ji wan çend rêberan in ku divê bê şert û merc werin piştgirîkirin.”
Yek ji pêşengên fikra Marksîst fîlozofê Sloven Slavoj Zîzek name ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nivîsand. Di nameya Zîzek de ku gihişte şandeya Îmraliyê, ev tişt hatin diyarkirin:
“Birêz Abdullah Ocalan,
Îro, rêberên ku divê em piştgirî bikin hene ji ber ku ew di nav du yan sê vebijêrkên xirab de ya herî kêm xirab temsîl dikin. Lê tercîha di navbera vebijêrkên xirab de tu carî çareseriyê nayne; ew tenê lihevkirinekê çêdike ku tovê têkçûna xwe hildigire.
Hûn yek ji wan çend rêberan in ku divê bê şert û merc werin piştgirîkirin. Ji ber ku bi we re mirov dikare sekneke girêdayî pîvanan û nêzîkatiyeke kûr a li ser esasê teoriyê; li cem pragmatîzmeke tendurist û îradeya ji biryarên zehmet re amade, bibîne.
Hûn bi temamî di ferqê de ne ku têkoşîna we ya ji bo Kurdan, ne têkoşîneke li dijî Tirkan e. Eger hûn bi ser ketin, ne tenê Kurd wê bi ser bikevin; her du alî jî wê bi ser bikevin. Hemû welatiyên li Tirkiyeyê wê hîn zêdetir sûdê azadiyê, aştî û refahê bibînin.”







