* Banga Devlet Bahçelî û bersiva Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku da Bahçelî 2 sal li pey xwe hişt. Piştî gelek geşedanên dîrokî bi qanûna çarçoveyî pêvajo gehişt merhaleyeke din. Lê ji ber ku heta niha ji aliyê dewletê ve ji bo pêkanîna qanûnê gaveke şênber nehatiyê avetin hê jî qanûn neketiyê meriyetê.
* Hevserokê MATUHAY-DERê Mehmet Zekî Kiliç ji ber nexweşiya penceşerê ku dihat dermankirin, di 21ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Can û temenê xwe da têkoşîna azadiyê û her dem ji çalakiyên demokratîk re bû pêşeng û têkoşînek bêhempa li pey xwe hişt.
* Li gorî rapora JinNewsê, di meha Îlonê de herî kêm 27 jin û 6 zarok hatine qetilkirin û tundî û qetilkirina jinan bi biryarên darazê ên lawaz zêdetir dibin. Endama Meclisa Jinan a DEM Partiyê Emîne Bozdag destnîşan kir ku ku dewlet serdestiya xwe bi destê mêran pêk tîne û wiha got: “Kuştina jinan encama polîtîkayên sîstematîk e û ev sîstem wêrekiyê dide kujeran.”
* Li Êlihê piştî barana zêde ya rojên dawiyê tûtina ku cotkaran çandiye zerarek mezin dît û cotkarên xwediyê tûtinê gotin ku divê ji bo zerara wan dewlet alîkariyê bi wan re bike.
* Welatiyên ku tev li Kongreya Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê bûn anîn ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk nayê, pêvajo bi ti awayî bi pêş ve naçe û nagihîje encamê.
* Endama Lijneya Rêveberiyê ya Branşên Jinan a Amedsporê Zozan Erek ku bi sporên eywanan re eleqeder dibe, bal kişand ser tîmên jinan ên Amedsporê û got ew dixwazin xwe bêtir bigihînin jinên ciwan.
* Bi pêşengiya Xwendekarên Komunalist li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê dê bi dirûşma “Bi kampusên komunbûyî re dema rêxistinbûnê ye” konferans were lidarxistin. (10:00)
* Şaredariya Misircê dê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bahirhan û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan bi merasîmekê Parka Ehmedê Xanî, pirtûkxane û Xwaringeha Gel vebike. (11:00)
* Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Riha û Colemêrgê dê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam bikin. (12:00)
* TUHAY-DERa Wanê, dê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên siyasî ku berdana wan tê taloqkirin li ber Edliyeya Wanê daxuyaniyê bide. (12:00)
* Rêxistinên çapemeniyê li dijî sansurê dê îro li 10 bajaran meş û daxuyanî li dar bixin. Li Amed û Wanê jî de meş û daxuyanî bên lidarxistin. (14:00)
* MEBYA-DER li Semsûrê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBPê Çigdem Kiliçgun Uçar dê bernameya xwarinê ya bi malbatên şehîdan re li dar bixe. (14:30)
Kirmanckî










