*Li Dêrika Çiyayê Mazî dayikên temen mezin guh nedan temenê xwe yên mezin, pênûs girtin destên xwe, hewl didin ku fêrî xwedin û nivîsandina Kurdî bibin.
*Endamê Meclîsa PJAKê Ehwan Çiyako, li ser hevsengiyên siyasî yên Rojhilata Navîn, nakokiyên kûr ên di navbera Îran û hêzên cîhanî de, xetereyên li ser aborî û leşkerî yên rejîma Îranê û rola stratejîk a Kurdan anî ziman ku Rojhilatê Kurdistanê di qonaxeke krîtîk de ye û wiha got: “Li hemberî her rewşê divê Kurd amadekariyên xwe yên rêxistinî û leşkerî xurt bikin da ku gefan pûç bikin û derfetan bikin qezenc.”
*Navçeya Giyadînê ya Agiriyê û hewzeya Çemê Mûradê bi metirsiya kana zêran a siyanûrî re rû bi rû ye. Parlementera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin bal kişand ser talana ekolojîk û xetereya li ser çavkaniyên avê û destnîşan kir ku bêyî parastina xwezayê aştî ne pêkan e û wiha got: “Eger em behsa aştî û azadiyê dikin, divê dewlet bi çiyayên me, ava me û xwezaya me re jî aşt bibe.”
*Komîna Ciwanan a Seyrantepe dê li hember fihûş, tiryak û çetebûyînê li taxê civîna gel lidar bixe. (19.00)









