* Bi destpêkirina pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” mînakên pêvajoyên danîna çekan û diyalogê tên nîqaşkirin. Ev mînak ji bo Tirkiyeyê jî dibin nexşerê. Pêvajoyên li Bask, Guatemalayê, Îrlanda û Kolombiyayê nîşan didin ku rêxistinên nekarîne aştiyê di qada siyasî de rêxistin bikin, têk diçin.
* Cigîra Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Ebru Gunay a tev li foruma MERI ya li Başûrê Kurdistanê hatiye lidarxistin bûye, têkildarî wêneyê nûnerên Kurd a di forûmê de derketiye pêş anî ziman ku wêne ji bo yekitiyê hêviyê dide û got: Pêşketina hemû parçeyan bi hev re girêdayî ye.”
* Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê dê li avahiya partiyê ya li Beyogluyê derbarê kongreya bajêr de daxuyanî bide. (11: 00)
* Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyigit dê li meclisê daxuyaniyê bide. (11:00)
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan dê serdana Yenî Partiyê bikin. (12:30)









